Cîhan

Talebanî: Piştî jinavbirina DAÎŞê pêwîstî bi çareseriya siyasî heye

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 28.07.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Yekêtiya Ewropayê bi serokatiya Kristos Staylianes berpirsê hevkariyên mirovî û rêvebirina kirzan li Yekêtiya Ewropayê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Rêkewt Heme Reşîd wezîrê saxlemiyê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê diyar kir û destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, tevî kirîza êkonomî, pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye.Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, pêwîste civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê zêdetir alîkariya herma Kurdistanê bikin, bi taybetî di vê qonaxê de ku, nêzîke operasyona azadkirina Mûsilê dest pê bike û pêşbînî tê kirin hijmareke mezin ya wî bajarî koçberî Herêma Kurdistanê bibin. Herwesa hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekêtiya Ewropayê di warê mirovî de bilind hat nirxandin û behsa qonaxa piştî azadkirina bajarê Mûsilê hat kirin.

Qubad Talebanî sipasiya serdana şandeya Yekêtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê kir û behsa wan pirsgirêkên rastî herêma Kurdistanê hatine weke; şerê dijî DAÎŞê û kirîza êkonomî kir. Di vê çarçoveyê de, Talebanî, bi pêwîstî zanî ku, civaka navdewletî zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bike daku bikaribe bi baştirîn awayî xizmeta koçber û penaberan, bi taybetî koçberên ji encamê operasyona azadkirina Mûsilê qesta Herêma Kuridstanê dikin, bike.Cîgirê serokwezîr eşkere kir ku, azadkirina bajarê Mûsilê ji aliyê leşkerî ve ne çareseriya dawiyê ye, lê belê divê ji aliyê êkonomî, civakî, emnî û siyasî jî ve çaresriya wê pirsgirêkê bê kirin û ji bona vê yekê divê hevahengî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê û welatên hevpaymanên dijî terorîstên DAÎŞê de hebe.Talebanî got jî ku, sedema sereke ya çêbûna wan pirsgirêkan û dagîrkirina çend deveran ji aliyê terorîstên DAÎŞê ve, siyaseta şaşa çend salên borî  hikûmeta federala Îraqê bûn.Elî Sindî wezîrê pilandananê, diyar ku , bê hevkariyên mirovî yên navdewletî, hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare pêşwaziyê li koçber û penaberan bike û pêwîste civaka navdewletî vê pirsê bi cidî bigire û di vî warî de hevkariya herêma Kurdistanê bike. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button