Bu wezîrê derve yê Brîtanya
Şaredarê Londonê yê berê Borîs Johnson ku dostê kurdan e, di kabîneya serokwezîra nû ya Brîtanya Theresa May de bû Wezîrê Derve. Borîs Johnson serkirdeyê Partiya Muhafizekaran e û pêştir şaredarê Londonê bû.Johnson sala borî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi çendîn berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû.Johnson herwiha serdana hêzên Pêşmerge li eniyên şerê li dijî DAIŞê kiribû û piştî civîna bi çend fermandeyên Pêşmerge, bi pêşmergeyên li eniya şer re wêne girtibû.Roja 23ê Sibata îsal, Borîs Johnson li gel alîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî li nav bazara Hewlêrê geriyabûn û serdana Kelha Hewlêrê, Çayxaneya Meçko û Bazara Qeyserî ya Hewlêrê kiribûn.Piştî ku xelkê Brîtanya di referandomê de deng dan cihêbûna Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê, Serokwezîrê wê demê Davîd Cameron dest ji kar berda, lewma hikûmetek nû ava bû, li şûna wî Theresa May bû serokwezîra wî welatî.Bas