CîhanPolîtîk

Rêkevtina Hewlêr – Washington û pêvajoya serxwebûnê

 Cara yekê bi awayek fermî peymanek leşkerî di navbera Amerika û Kurdistanê de hate îmze kirin. Li Hewlêr di çavderiya serokê Kurdistanê de peymana di navbera herdu welatan de ji liyê cîgira wezîrê parastina amerika û wezîrê nevxwe yê Kurdistanê hate îmze kirin.Pêwendiyên Amerika û Kurdistanê ji sala 1992ê ve hene. Lê tu cara Amerika ji Bexdayê derbas nebûye û pêwendiyên stratejik raste rast li gel Kurdistanê pêkneaîne. Heta di şerê DAÎŞê de Amerika çek raste rast nedan kurda û li ser Bexdayê re ev kar dikira.Lê di van rojên ku referanduma ji bo serxwebînê ketî di rojeva siyasî ya Kurdistanê de, bivê nevê ji naveroka vê peymanê behtir dema hatî ûmza kirin tê gotubêj kirin.Ihtimala ku Amerika bi vê peymanê bi awayekî pişgiriya proesesê dike derdikeve holê.Di vê derbarê de pisporek yasayî daxuyaniyek da BasNews.pisporê destûr û yasayên navnetewî Dr. Ebdulrehman Hacî Zêbarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’DAIŞ bûye gef li ser ewlekarî û asayîşa navnetewî ya hemû welatên mezin û bi taybet Amerîka berpirse ji nehiştina vê gera li ser civaka navnetewî. Bi vê armancê jî eger ew protokol li gel herêma Kurdistanê îmza nekiriban, divyabû Çîn, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Amerîkayê hêz rêkiriban ku li hember DAIŞê şer bikira.’’Zêbarî got: ‘’Di asta navnetewî de hêzên Pêşmerge wek hêzekî bi bandor û çalak di bereya dijî DAIŞê de tê zanîn. Ji ber rasterast hêza bi awayekî çalak li hember DAIŞê di şer de ye. Buye remzekî navnetewî. Di vê wateyê de destpêkê berevaniyê li Kurdistanê dike û piştre jî berevaniya navnetewî ewlekarî û asayîşa navnetewî diparêze.’’Mamostayê zankoyê ji BasNewsê re got: ‘’Ev rêkeftin bandorekî rasterast vê li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê bike. Ji ber eger referandoma serxwebûnê pêkbê, divê em bizanin ku serxwebûn tenê li dayîkbûn nîne, heman demê de berdewambûne jî.’’Ebdulrehman Hacî Zêbarî got, berdewambûna serxwebûnê, yan jî parastina serxwebûnê, pewîstiya wê bi hêzekî bi nîzam û hemaheng a wek Pêşmerge heye, ku dakokîkarekî navnetewî be. Li gor baweriya wî şarazayê mamostayê zankoyê Amerîkayê fêmkiriye ku Pêşmerge berevaniyê li kemîne û olên din jî dike û xelkê sivîl diparêze.  

Back to top button