Civak
Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna pêşmergeyên qehreman de dijî
Sekreterê Giştî yê PDKÎ(Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha
1989ê de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê li gel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ yê Ebdulla
Qadirîzade û Dr.Fazil Resûlê ji başûrê Kurdistanê , ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetil kirin.
Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên rejîma Îranê re
lidardixistin, tûşî vê komployê bûn.
Mixabin, Dewleta Awûstûryayê , di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu dawe venekirîye.
Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.
Dr. Abdurahman Qasimlo herweha rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê
hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.
Rejîma Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî
wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê
bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azadîya gelê me bigire.
Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li Mehabadê, li
Kîrmanşahê û li her alîyê rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe.
Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên me, li her çar perçeyên Kurdistanê, di têkoşîna hemû
şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.
Di 27emîn salvegera qetilbûna Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî de em wan bi giramî bibîr tînin û bi
vê minasebetê careke din jî em rejîma Îranê rûreş dikin. 13.07.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê