Nivîsar

Yekitî ji bo berjewendiyên netewî çêdibe

Kurdistana Başûr ber bi dewletbûnê ve diçe. Firsendek dîrokî û zêrîn ji bo statuya Kurdistana Başûr peyda bûye. Di vê pêvajoyê de herkes behsa girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê dike. Lê kesên behsa girîngî û pêwistiya yekitiyek di nava mala kurd de dike, piraniya cara berjewendiên yekitiyê û dê ev yekitî li ser çi bingehekî pêkwerê nakin. Gotin û daxwaziya “ bila yekitiyek çêbe“ tira çêkirina yekitiyê nake.Eger yekitiyek pêkwerê divê ji bo berjewendiyên netewî be. Niha me bivê nevê pêkanina yekrêziyekî di nava kurdan de zehmet e. Ji bo çi?Kurdistana Başûr ber bi ragihandina dewletek Kurdistanî ve gava tavêje. Sala 2016ê ji bo serxwebûnê referandumek tê kirin.  Başe di pêvajoya ku amadebûna refandumê tê kirin de rewş û helwesta aliyên siyasî çîye? Ji berî her tiştekî divê ev bê zelal kirin û ser helwesta van aliyan gotubêjên siyasî bêne kirin.Li Başûr vekirî PDK di serokatiya Mesud Barzani de, hewldanek berfireh ji bo serxwebûna Kurdistanê heye.Di vê pirsê de YNK gelemperî ne li djê serxwebûnêye. Di daxuyaniyên xwe de vê dide diyar kirin. Lê beşek di nava YNKê de ji dil ne li gel vê pêngavêne . Vê bi awayakî zelal nebêjin jî hewl didin ku YNK li dijê vê prosesê be. Taybetî hinek kes di bin badora Bexdayê de ne. Sedem jî ji netewiyetê gelektir mezhebî difikirin.Tevgera Goran li djê serxwebûnêye. Vê yekê vekirî dibêje. Lê gelo dê Goran çi bandorê li xelkê di vê pirsê de bike ne kifşe.  Bawer nakim Başûr kurd li dijê serxwebûnê guh bidin aliyên siyasî. Eger aliyek siyasî li dijê serxwebûnê rawestê dikare dawiya xwe bi destê xwe bîne.Aliyên îslamî taybetî yekgurtu li dijê serxwebûnê nabe xwedî helwest.Ji aliyek din li Bakurê Kurdistanê PKK gelek vekirî li dijê ragihandina dewleta Kurdiye .Her firsendê de dibêjin“Demê dewletê Netewî“ derbas bûye. Lê ew sedema ku ew dibêjin tu tarîfa wê literartura siyasî de tuneye.Aliyên ji derê PKKê li Bakur ne li dijê serxwebûnê ne. Eger hinek partî di bernameyên xwe de serxwebûnê nedin pêş jî, lê li dij nasekinin û pişgiriyê didin helwesta pêkanîna referandumê li Başûrê Kurdistanê.Partiyê Rojhilata Kurdistanê jî ne li dijê ragihandina dewletek Kurdî li Başûrê Kurdistanê ne. Di vê derbarê de helwesta wan jî zelal e.Li Rojavayê Kurdistanê rewş cudaye. PYD siyaseta PKKê rêve dibe. Lê eger hatû serxwebûna Kurdistanê bikevê rojevê gelê Kurd li Suriye wek PYDê nake û li dijê serxwebûnê nabe xwedî helwest. Ev yek dikare bandora xwe li siyaseta PYDê jî bike.Pêguman divê ev pirs gelek berirehtir bête şirove kirin. Lê di vê pêvajoyê de ji şirova û temeniya zêdetir helwest girînge. Ji ber ku di vê qonaxa siyasî de , pîvana parastina berjewendiyên netewî ji bo kurda, dij derketin û xwedî derketina serxwebûnê ye li Başûrê Kurdistanê.Hêdî xetek gelek zîz dibe pîvan.Du xetên ji hev cuda di sinorek weşartî de derdikeve holê.Yek xeta netewî û welatparêzî ye.Ya din kî çi navî lê dike keyfa xwe ye. 9.7. 2016Dara Bilek

Back to top button