Li daxuyaniyeka taybetî ji bo melpera hikûmetê, Sefîn Dizeyî peyvdarê fermiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî wan êrişn terorîstî şermezr dike ku li derengiya şeva borî Balafirgeha Ataturk li Îstanbulê kire armanc û hijmarek geştiyar û welatiyên sivîl bûne qurbanî.Dizeyî her wiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Gelê Kurdistanê di bere ya pêşenga şerê dijî terorê dane, ji hemûyan baştir ji êş û janên destê terorê fam dikin û zêdebarê behî û sersaxiyê, hev xemiya xwe tevî hikûmet û gelê Turkiya û malbatên qurbaniyan xuya dike û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwaze.Li dawiya daxuyaniya xwe, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: êrişa terorîstî vê rastiyê nîşan dide, ku li her cihekê be, destê xwe diweşîne û çi dem û cihekê veder nake, eve jî pêwîstiya bihêzkirina pitir ya bereya dijî terorê li ser asta deverê û cîhanê nîşan dide.
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
03/06/2026
Trum Tê Tirkiye
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


