CîhanPolîtîk

Nurî Malikî jî wek PKK û Goran li dijê serxwebûnê ye

Nuri Maliki serokê Hizba dewa û serokwezîrê Iraqê yê berê dibêje : Referanduma Serxwebûnê na başe em li dijin. Veqetandina Kurdistana ji Iraqê ne nabe.Şanda hevbeş a YNK û Goran li Bexdayê serdana Nuri Malikî kir. Li ser rewşa referandumê jî  sekinîn.Wek tê zanin Goran  eşkere li dijê referanduma serxwebûnê derdikeve û YNK jî li hevdîtinên Bexdayê de da xuyakirin ku, divê em li gel Iraqê bimînin.Nûrî Malîkî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê derbarê pêkanîna referandûma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê de axivî û got: “Pêkanîna vê referandûmê ne di cîh de ye. Ji ber xwezaya rewşa îro ya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê, hêvîdarim ku kurd bi vê rêyê ve neçin.” Malîkî destnîşan kir ku ew vê pêngavê di berjewendiya Kurdan de nabîne û got: “Berjewendiya Kurdan di mayîna li gel Iraqê de ye û heman awayî bejwendiya Iraqê jî di mayîna li gel Kurdistanê de ye. Lê divê ev pêngav di çarçoveya hevgirtin û destûrê de be. Divê em pabendê yasa û destûraan bin ku pêwendiyên di navbera herêm û parêzgehan a li gel hikûmeta federal birêdixe.” Serokê Partiya Dewa ya Iraqê herwiha hêviya xwe anî ziman ku serkirdeyên Kurd ji bo pêkanîna referandûmê pêngavan neavêjin. Dema ku referandum nêzik dibe û serokê Kurdistanê Mesud barzanî bi israr li ser pêkanina referandumê disekine, tirsek mezin ketiyê di nava aliyên dijê serxwebûnê disekinin.Ji aliyê siyasî PKK, Goran û YNK li dijê serxwebûna Kurdistanê ne. Heta PKK dide xuyakirin ku, ew tu awayî rê nadin ku kurd dewleta xwe ragihînin.Niha Nuri Malikî û serokwezîrê Iraqê Ebadî jî heman tiştê dibêjin.

Back to top button