Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî mi minasebeta kongreyê Yekgirtuya Îslamî peyamek pêşkêş kir. Peyama Serokê Kurdistanê: Bi navê xwedayê mezin û dilovanRêzdar Endamên Kongreya Heftema Yekgirtiya Îslamiya KurdistanêBi helkefta sazkirina heftemîn Kongreya Îslamiya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê dikim. Hêvîdarim kongreya we bi serkeftî dawiyê li erk û karên xwe da bîne û hilbijartina serkirdayetiya nû ya Yekgirtî û rasparde û biryar û rênimayiyên heftemîn kongreya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li xizmeta berjewendiyên bilindên gelê me û pêşketina kultûra siyasî ya civakê da bê.Niha gelê me bi hestiyartirîn qonaxa xwe ya dîrokî de derbas dibe û li ber derfeta mezin û hereşe û tehediyata mezin daye. Di demek da hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi xwîna xwe parêzgeriyê li ax û kerameta gelê Kurdistanê dike, cihê xwe ye hizb û aliyên din, hemû enerjî û uze û şiyanên xwe ji bo sûdwergirtina ji van derfetan bikarbînin ku li berjewendiya xelkê Kurdistanê û paşaroja welatê me û nifşên paşarojê da bê. Eve jî bi navê piyadekirina mafê diyarkirina çarenûs û serbixweyî ya gelê me û çespandina bingehên demokrasî û diyalog û birayetî û tebayî li proseya siyasî da û her wiha pêkvejiyan û ber çav girtina mafê pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê be.Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê wekî beşek ji proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê rola hevsengiyê dîtiye ku cihê pêzanîna hemû aliyeke û wê rolê bilind dinirxînîn, li gel eve da jî Yekgirtiya Îslamî karî rolekî xwe yê bi bandor li rûbirûbûna tundrewî û teror û şerê fikrî ya terorîstan hebê ku tawanên gelek mezin di derbarê gelê me de encam dane û cihê êşê ne ji bo gelên navçeyê û dijî hemû bihayekî asmanî û mirovîne.Hêviya paşarojekî geş ji bo gelê Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025