CîhanPolîtîk

Serok daxwazin rewayên Kurdistanê dupat kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Macarîstanê kir û di dê hevdîtinê de şanda mêvan Balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge ji bo azadiyê dicengê û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan agahdarî gefa aborî û emnî ya Kurdistanê ne û li palpiştîkirin û hevkarîkirina serbazî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çareserkirina birîndaran de berdewam dibê.
Roja çarşem 11.05.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stevan Shmechko Wezîrê Berevaniya Macarîstanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek berpirsên bilindên siyasî û serbazî ya wî welatî pêkhatibûn.
Li civînê de Wezîrê Berevaniya Macarîstanê hevdîtina li gel Serok Barzanî bi şerefekî mezin zanî û silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Macarîstanê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan de hebû û ji bilî balkişandina wê yekê ku welatê wan beşekî çalake li Hevpeymaniya dijî DAIŞê eve jî xisterû ku bi bêyî Pêşmerge, terorîstên DAIŞê tûşî şikest û paşvekêşiyê nedibûn.
Balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge ji bo azadiyê dicengê û tekez li wê yekê jî kir ku welatê wan agahdarî gefa aborî û emnî ya Kurdistanê ne û li palpiştîkirin û hevkarîkirina serbazî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û çareserkirina
birîndaran de berdewam dibê.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bo piştevaniya wan ya li Herêma Kurdistanê spasî Serok û Hikûmet û gelê Macarîstanê kir û pesnê xebata gelê Macarîstanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê kir.
Serok Barzanî li gotarek da behsa gefa terorîstên Daîşê kir ku metirsiye li ser hemû cîhan û jiyana mirovayetiyê û tekez li wê yekê kir ku ji bo ji navbirina terorê, li hemû warên serbazî û fikrî û siyasî û aborî da hewlekî hemû aliyaneya navdewletî û rêkûpêk pêwîste.
Serok Barzanî behsa serkeftinên hêzên Pêşmerge û şikandina efsaneya DAIŞê û her wiha wan gefên aborî û serbaziyan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne û eve jî xisterû ku Hikûmeta Iraqî li rûbirûbûna DAIŞê û hewandina milyonek û heşt sed hezar koçberan de, wekî pêwîst yarmetiya Herêma Kurdistanê nedaye.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa daxwazên rewayên gelê Kurdistanê kir û wê yekê dûpatkir ku daxwazên gelê Kurdistanê aştiyaneye û ezmûna wê jî xuya kiriye ku Herêma Kurdistanê çavkaniya aramiyê ye neku gef û hereşeye ser navçeyê.
Her li vê kombûnê da behsa sirûşta şerê terorîstan û amadekariyên ji bo azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê DAIŞê û her wiha rewşa siyasî û guhertinên dawî ya navçeyê kirin.
Li vê kombûnê da hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Back to top button