4 Gulanê 79 salîya destpêka dîroka qetlîama fermî ya Dêrsimê ye79 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî,, ji bo bitevahî, ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ”Biryara Heyeta Wezaretê yaTevgera Tenqîl a Dêrsimê” ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937ande hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.Di biryarê de ”gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin”, ”Evoperasyona civandinê wê bigre ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesêku hatine civandin neqil bike”. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ”Heger em tenê bi êrîşê qîmaxwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên kuçek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin ûmalbatên wan dûr bixînin”.Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina mileteke ye.Dewleta Tirk bi navê stendina leşkerîyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû rekesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin, bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgunbikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cudayên Tirkîyeyê kirin û ”îqameta mecbûrî” dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir.Bêyî ku ferqê têxin navê, gelê Dêrsimê qir kirin. Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. SabrîÇaglayangîl îtîraf kiribû ku , jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn revîyabûn şikeftan bi ”jehramişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwedavêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wekmiletekî din gihandin.Qirkirina Dêrsimê, piştî qirkirina etnîsîteyên ne misilman, xeleka sîyaseta ji holê rakirina gelêKurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38anbi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warênberxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzra xwebixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelênserokên tevgera Şêx Seîd û Seyd Riza û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.Di 79 salîya qirkirina Dêrsimê de em wan qirkirinên li hember gelê Kurdistanê bi nefretîprotesto dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.Em wek PAK careke din dîyar dikin di meşa xwe ya azadîyê de heta ku em hemû mafên gelêxwe bi dest xin, bi biryardarî em ê bimeşin.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
Pêş
Flaş
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close