Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Cevdet Yilmaz Wezîrê Geşepêdana Tirkiye û şandekî li gel kir ku ji Faruk Kaymakçi Balyozê Tirkiye li Iraqê û Mihemed Akîf Inan Konsolê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê û Şêwirmendên Wezareta Geşepêdana Tirkiye pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Geşepêdana Tirkiye ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand. Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê wê yekê ragihand ku welatê wan hez bi pêşketina Herêma Kurdistanê dike û bi wan başe pêkve mekanîzmekî hevbeş ji bo geşepêdanên aborî deynin, tekez jî li wê yekê kir ku Tirkiye palpiştiyê li aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê dike û asayîş û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê wekheve bi asayîş û aramî û pêşketina Tirkiye û armanca Tirkiye eweye peywendiyên xwe li hemû waran da li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe.Li dirêjahiya axaftina xwe de Wezîrê Geşepêdana Tirkiye destxweşiyê li Serok Barzanî kir û ragihand ku di demek da bi sedema şerê Da’îş, hatina nêzîkî dû milyon koçber û penaberan, dabezîna nirxa neft û qeyrana aborî û ji aliyê Bexda ve neşandina beşa budçeya Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ketibû nava qeyraneke gelek mezin lê belê gelek bi başî îdareya wê qeyranê hatiye kirin û ez bawerim her Hikûmetekî din buya tûşî kêşeyên mezin dibû, lê belê Herêma Kurdistanê bi serkeftî xwe li ber tehdidan ragirtiye.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiyê kir. Her wiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye kirin û wê yekê xisterû ku her dû alî cîranê hevdû ne û li yek cografya da dijîn û divê bi navê geşbûn û pêşketinê da kar ji bo pêkanîna aramî û asayîşê jî bikin.Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û bi taybetî Sûriye û şerê dijî terorîstan de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser şêwirîn û peywendiya berdewamiya li ser pêşhatên dawî kirin.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025