Dema li Qamişlo bûyera şer pêk hat, Kurdistana Başûr hemû imkanên xwe ji bo dermankirina birîndarên kurd seferber kir. Lê mixabin asayişa PYDê ji bo derbasbûna birîndara asteng derxistin.Li ser vê yekê jî desthilatdariya Başûr ji bo arîkariya birîndara derman rêkir Rojavayê Kurdistanê.Di vê derbarê de berpirsê deriyê Pêşxabûr agahdarî da medyayê.Berpirsê deriyê Pêşxabûrê Şewket Berbiharîgot: Diroja16-1-2013ê de bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê deriyê sînorî hat vekirin û ji wê demê ve berdewam alîkariyên mirovî dighêjin Rojavayê kurdistanê û nexweş ji bo çareseriyê derbas dibin û eşkere kir, 14 tonên dermanên pêwîst ji bo birîndarên şer bi rêya deriyê Pêşxabûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.
Pêş
03/07/2025
Karasu: Di nava dewletê de aliyek heye ku dixwaze pêvajoyê têk bide
03/07/2025
DEM şeredara Silopî ji Partiyê ixrac dike
Têkildar
Balkêş e ?
Close