CivakPolîtîk

Birîna Helebçeyê dê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bêkewandin

 Li ser komkujîya Helebçeyê 28 sal derbas bû.Li Helepçeya Başûrê Kurdistanê bi bombebarana rejîma Sedam Huseyinî, di roja 16.03.1988an , di nav çend deqîqeyan de zêdeyî ji 5000 kes hatin qetil kirin. Hin li ber derîyê xwe, hin li hewşa xwe, hin li ber dikana xwe ketin û canê xwe dan. Ya herî balkêş jî piştî du rojan dinyayê bihîst ku bajarê Helepçeyê tuşî jenosîdeke bi vî rengî bûye. Ev dîmen rastiya me ya wê rojê dîyar dike. Ev dîmena hovane, di eslê xwe de bêwujdanîya dewletên cîran jî dide diyar kirin. Hemû dewletên cîran û yên cihana Erebî bêdeng man. Di wan rojên komkujîya Helepçeyê de Konferansa welatên Misilmanan dom dikir. Welatên misilmanan guh û çavên xwe ji vê jenosîdê girtin. Rusya, Japonya, Çîn, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man.Piştî 28 salên jenosîda Helepçeyê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.Lê belê, ne jenosîdên pêştir, na ya Helebçeyê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji enfal û jenosîda Helebçeyê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe.Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina vî şerê heyî, daxwaz û pêwîstîyeke sereke ya gelê me ye. Li himber vî şerê heyî, helwesteke Kurdistanî , netewî û yekgirtî pêwîste. Divê Dewleta Tirk baş bizanibe çawa ku eve 90 sale nekarîbûye têkoşîn û daxwaza azadîyê ya gelê me ji holê rake, bi van kuştin û wêran kirinan dê îro jî nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Ev mesele bi rêyên siyasî û bi dîyalogê dikare bê çareser kirin. PKK jî divê dest ji vî şerê xelet yê bi navê ‘’ozyonetima çekdarî’’ û ‘’xendekan’’ berde. Ev siyaset zerarê dide gelê me, dide welatê me.Belê, Helebçe ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû.Divê hemû Kurdên cîhanê jibo ku Helebçe wek jenosîdekê bê qebûl kirin, daxwazê ji Netewên Yekbûyî, ji Yekitîya Ewrûpa û ji hemû dewletên cîhanê bikin. 16.03.2016-Helebçe Jenosîd e-Em Helebçeyê ji bîr nekin ku bila Helebçeyên nû rû nedinBuroya Çapemenî û Ragihandinê PAKê 

Back to top button