Cîhan

Serokatiya Kurdistanê teqîna Enqere şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqîna ku şevê din li Enqerê qewimî û tê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye.Êvariya roja yekşem 13.03.2016 li encama kirdarekî terorîstî ya li nava bajarê Enqere ya paytexta Tirkiye hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarekî din jî birîndar bûn.Jibilî wê yekê ku gelek bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dikin, serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.Teror û teqînên li ser hemwelatiyan û têkdana asayîş û aramiya xelkê li bin her sedemek û navek da bê kirdarekî tirsnokane û nemirovaneye û hereşeye li ser asayîşa civakî û pêkvejiyanê û giriftan kûrtir dike. Hêviya ewe dixwazîn her çi zûtire dawî bi teror û şeran bê û aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me da bikêşê.Serokayetiya Herêma Kurdistanê14.03.2016

Back to top button