Polîtîk
PDK: Rê nadin PKKê beşdarî şerê Mûsilê bibe
Parlementarekî Kurd: “PKKê û Hoza Şimer hêzek binavê Heşda Şeibî amade kirine û dixwazin beşdarî şerê Mûsilê bibin.” Tevî ku Encûmena Parêzgeha Nînewa biryar daye ku rê nedin Heşda Şeibî jibo beşdarî rizgar kirina Mûsilê bibe, lêbelê parlementarek hêzek cuda bi navê Heşda Şeibî li sînorê Nînewa avadike, parlemenatarekî din jî dibeje ev yek li cem me wek Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK) û hikûmeta Iraqê ne cihê qibûlê ye. Parlementarê Kurd li ser lîsta parêzgeha Nînewa Dr. Macid Xelef Hemo ji BasNews re ragehand: “Parlementar Ebdulrehîm Şemerî, hezek Heşda Şeibî ji xizmên xwe û hoza Şemeran durust kiriye û li gel Partiya Karkirên Kurdsitanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêkeftiye jibo ku beşdarî rizgarbûna Mûsilê bibin.” Li gorî zaniyariyênwî parlementerê Kurd hêza Şimer li nêzîkî gundê UM Zîban li ser sînorê Iraq û Sûriyê li nêzîkî Şingalê pêkhatiye û got: “Ew navçe ji sînorê Sûriyê di bin deselata YPGê de ye û hêza wan jî ji 500 kesî bêhtire, ligel hikûmeta Iraqê rêkeftine û dengoyek heye ku wan meha derbasbûyî wek Heşda Şeibî mûçe wergirtine.” Wî parlementerê Kurd ku di lîsteya PDKê de got: “Em qebûlnakin hêç hêzek jibilî PÊşmerge û artêşa Iraqê bi alîkariya Amerîka beşdarî rizgar kirina Mûsilê.” Herwiha tekez kir: “PKKê bergiriyê di ber axa Kurdistanê de dikin, lêbelê nabe ku ew beşdarî rizgar kirina Mûsilê bibin jiber ew ne sînorê wan e, lêbelê sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê ye.” Derbarê heta kîjan astê wê hikûmeta Iraqê razîbe ku gerîlayên PKKê û Şervanên YPGê beşdarî rizgarbûna Mûsilê bibe got: “Hikûmeta Iraqê razînabe û pênexweşe ew beşdar bibin, dengoyek jî heye ku wan bêhtir ji 4 hezar çekdar amade kirine û dixwazin beşdarî şerê Mûsilê bibin lêbelê ev yek ne ji aliyê me ve, ne ji aliyê hikûmeta Iraqê vet ê qebûl kirin û çênabe ew beşdarbin.” Berî niha Encûmena Parêzgeha Nînewa civiya û dend li ser nebeşdarbûna Heşda Şeibî di şerê rizgar kirina Mûsilê de biryar dabû.Basnews