Polîtîk

Siyasetmedarê ji Goran veqetiyayî piştgiriya Barzanî kir

Roja şemî 06.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Mihemed Hacî kesayetiyê siyasiyê Herêma Kurdistanê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêmê û tehdîd û hereşe û her wiha pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê hatin nirxandin. Li beşekî dinê vê hevdîtinê di derbarê wan derfetan de danustandina bîr û ramanan kirin ku peywistin bi paşaroja Kurdistanê û referandum û mafê diyarîkirina çarenûsa gelê Kurdistanê.Her li vê hevdîtinê de Dr Mihemed Hacî piştgîriya xwe ji bo projeya nîştîmanî û neteweyî ya Serok Barzanî ya di derbarê referandum û serbixweyî ya gelê Kurdistanê ragihand û amadehiya xwe jî nîşan da ku li gor şiyanên xwe yarmetiya serxistina wê projeya nîştîmaniya Serok Barzanî bide.

Back to top button