CivakPolîtîk

Serokwezîr rewşa Kurdistanê şirove kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja sêşeme 2-2-2016 bi amadebûna Wezîrê Ewqaf û Karê Olî bi wekalet û Serokê Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê tevî hijmarek mamostayên ola Îslamê li hemû deverên Kurdistanê civiyan û rewşa îroya Herêma Kurdistanê,bi taybetî qeyrana darayî û bandora wê bo ser Herêma Kurdistanê şirovekirin.Li destpêka civînê bi westana deqeyek ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurdistanê,Wezîrê Ewqaf  û karê Olî bi wekalet di peyvekê de rolê mamostayên olî li civakê bi taybetî ji bo çêkirina hedarî û berxwedan li nav welatiyan ji bo berhingarbûna qeyran û djwariyan giring nirxand. 

 Serokê yekêtiya Zanayên Îslama Kurdistanê rolê mamostayan li dîrokê giring nirxand ku bi temamî piştgîriya şoreşên Kurdistanê kirine û bi hevrebûn û nermbûn û berhingarbûna hizra tundrewiyê di nava gel de belavkirine. Her weha bi pêwîst zanî îro mamostayên olî piştgîriya reformên Hikûmetê bikin û çend pêşniyaz ji bo baştir kirina sîstemê Ewqaf pêşkêşê kir û bal kişande ser pirsgirêkên mamostayên olî û hijmarek babetên debarê Ewqaf û kar û barê olî.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe  bo vê hevdîtinê nîşan da û bal kişande ser sedemên qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê ku ji ber qûtkirina pişka Herêma Kurdistanê li bûdceya Îraqê ji aliyê Bexdayê û şerê djî terorîstên DAIŞ û pêşwazî kirina nêzîkê miliyonek û heştsed hezar koçber û penaberan û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê ye,ku bandoreka xirap bo ser rewşa daraiya Herêma Kurdistanê û wan welatan drust kiriye ku dahata wan bi awayekê sereke li ser petirolê ye.Serokwezîr Her weha behsê rolê mamostayên olî li biyavên perwerde,berxwedan,aştiya civakî,parastina asayşa civakî,nermî,dûr kirina civakê ji hizrên tundrewiyê,têgihandin û belavkirina hişyariyê li nav welatiyan ji bo rewşa nihaya Herêma Kurdistanê kir û bo vê yekê jî rolê wan giring nirxand. 

 Her weha got qeyraneka dijwara darayî hembêza Herêma Kurdistanê girtiye û pirogiramên reformên Hikûmetê ji bo çareser kirina vê qeyranê jî aşkirakir. Amadebûyên civînê jî piştirast kir ku Hikûmeta Herêmê vê qeyranê çareser dike û bo vê yekê jî pêwîstî bi alîkarî û hev ahengî û têgihiştin û bi hevre karkirina hemû aliyekê heye ku hemû rexne û têbîniyên mamostayên olî bi dilfrehî werdigire û dibêje: Hûn azad in li hember her rexneyekê ji reformên Hikûmetê digirin.Her di vê civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di peyvekê de pilanên Hikûmetê ji bo çareser kirina qeyranê pêşkêşê kir û ragihand pirogirama Hikûmetê li ser bingehê kêm kirina xercî û zêde kirina dahatan hatiye danan û b awayekê ku xercî û dahat hevseng bin. Her weha got Herêma kurdstaên dewlet niye û banka navendî  jî niye ku bikare dirav çap bike û bi hêsanî deynên navdewletî werbigire,lewma  divê bi alîkariya mamostayên olî û tevya çîn û qatên civaka Kurdistanê tevî Hikûmeta Herêmê kar bihê kirin ji bo çareser kirina qeyranê û encamdama reformên cîdî. 

 Hijmarek mamostayên olî têbînî û pêşniyazên xwe pêşkêşê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ji bo çawaniya çareser kirina vê rewşê û pêdagirî li ser vê yekê kirin ku xemxorê vê rewşê ne  û ji barê giranê ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê têdigihin û erkê xwe ji bo têgihandina welatiyan‌ bo piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cî bi cî dikin ku pêwîstî bi hevre kar kirina Hikûmetê û karmendan û tevaya welatiyan heye ji bo vê yekê ku hemû bi hevre qeyrana darayî çareser bikin. 

Back to top button