Biden û Davutoglu ji çapemeniyê re axivîn
Cîgirê serokê Emerîka Biden û serokwezîrê Tirkiye Davutoglu li Stanbulê civîyan. Piştî civînê konferansek çapemeniyê li darxistin.Di konferansa çapemeniyê de behsa naveroka hevdîtinê kirin. Davutoglu di derbarê Suriye de got: Tirkiye li vê deverê 3 tişta wek tehdîdekî li ser xwe dibîne. DAÎŞ, Rejima Suriye û PYD.Ji bo ewlehiya xwe her gava pêwistbe emê bavêjin. Tirkiye û Emerîka pirsa suriye de her demî di nava pêwendiyekî dene. Em li sinorên xwe DAÎŞê, PKKê û Rejimê naxwazin.YPG beşeke ji PKKê. Davutoglu axavtina xwe de got: Sala 2013ê dema Tirkiye pêvajoya aşitiyê destpêkirî tiştek tenê xwestiye û gotiye bila ji dest çekên xwe berdin û ji Tirkiye derkevin. Nabê di nava sinorê dewleta Tirkiye de ji bilî hêzên ewlehiya dewletê kesek din çeka hilgire. Heta kesek çekdar nemînê dê tekoşîna me berdewam be. Wek din serokwezîrê Tirkiye da xûyakirin ku, di hemû pirsgirêkên heyî de bi dostane dîtinên xwe gotine. Cîgirê serokê Emerîka Biden jî konferansê rojnemevanî de behsa hevdîtinê kir û got: Em baweriyê li hev tînin.Pêwendiyên me li gel Tirkiye girîngin.Em di derbarê, DAÎŞ, PKK û El- Nusra de wek hev difikirin. Li himber her tişta ku zererê bide Tirkiye emê li ba Tirkiye cih bigrin. Di pirsa terorê de gelê Tirkiye mexdûr bûye. Biden berdewamiya axaftina xwe de got: Emê bi hevre DAÎŞê ji holê rakin.Piştî têkbirana DAÎŞê jî wê hevkariya me berdewam be.Di pirsa DAÎŞê de tişta ji destê Tirkiye tê dike.PKK jî tehlûkeyeke û PKK rexistinekî terorist e. Tirkiye xwest li gel PKK aşitiyê çêbike.Lê pêknehat. Serokwezîr Davutoglu ji bo parastina gelê xwe dê her tiştekî bike.