Civak

Ev nûçe derew e

Hinek malper û kanalên ragehandinê xuya kirine ku li encamê vekolîna komîteyeka taybet ya Serokatiya Herêma Kurdistanê dest bi ser 276 Milyar Dînarên bazirganeka petrolê bi navê Çaxan Refîq Omer hatiye girtin ku hevjîna Wezîrê Samanên Sirûştî ye û bi vê yekê tometbar kirine ku bi awayekê na yasayi bazirganiya petrolê kiriye.Em tevahiya vê nûçeya bê binema ret dikin ku dûre ji rastiyê û bi çi awayekê tiştekê wiha nebûye, ne çi komîteyeka lêkolînê li Serokatiya Herêma Kurdistanê kar li ser babetekê wiha kiriye û ne ev xatûne  jî hevjîna Wezîrê Samanên Sirûştî ye, û tometên wan jî bê binema ye.Em dubare dibêjin nûçeyên bi vê awayê tenê propagendeyeka reş û merema siyasî ye dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi berdewamî nûçeyên bê binema çê dikin û diweşînin.Nivîsîngeha Ragihandina Serokatiya Encumena Wezêran20.1.2016 

Back to top button