Li Bakurê Kurdistanê şerê qirêj bûye sedema malwêraniya kurdan.Di vî şerî de armanc çibe bila be, di encam de gelê Kurdistanê zererek mezin ji vî şerî dibîne. Kurdistan vale dibe.Rastiya encama vî şerî di medyayê de nayê dîtin.Dema mirov kesekî ji Cizîrê , ji Silopî yan jî ji Sura Diyarbekirê dibîne û pirsa rewşa wan dike ew bi dilşewatî rastiyê dibêjin. Lê ev rastî mixabin wek heyî nagihe raya giştî.Taxên şer lê çêbûyî piraniya avahiya bi temamî ruxane, xelk nikare vegerin malên xwe, dema vedigerin ne xanî maye ne jî mal. Piraniya kesên çûyîn bajarên din heta rewş aram nebe venagerin.Xelk xaniyên xwe difroşin û berê xwe didin bajarên Tirkiye.Bi hezaran malbata zarokên xwe ji bo neçin nava rêzên çekdarên PKKê revandin û rêkirin deverên ji qada şer dûr.Piraniya van kesan alîgirên PKKê ne.Hinek siyasetmedar û rewşenbîr ji dûr ve sloganên şer tavêjin. Bi vî awayî nabe. Heta mirov ne di qada bûyerê de be rastiyê nizanê û nabîne.Wek dibêjin “ Dengê dahulê ji dûr ve xweş tê“Bi sedan ciwan jiyana xwe ji dest dan. Hemû zarokên vî miletine. Siyaseta li ser xwîna wan tê kirin qirêje, nagihe tu armancekî.Nabê çaresnûsa kurda di destê çepên marjinalên Kemaliste Tirk de be. Figen Yuksekdag nikare nûnertiya kurda bike. Nabê li ser xwîna zarokên Kurdistanê şîara bavêje.Ji aliyek din hêzên dewletê dema dikevin taxêkî de, şîarên nijad perestî tavêjin. Xwepêşandana dikin. Bi alayên Tirkiye weneyan digrin û medyayê de belav dikin.Hêzên ewlehiya Tirka, di kolana de terorê dikin. Bi çavek dijmineyatî li xelkê dinêrin. Li hinek deverên Kurdistanê rewş bi temamî weke 12. Îlona 1980ê ye.Siyaseta çewt welê dike ku hêviya xelkê dibe dewleta dagirker.Ev yek bivê nevê bandorek xirab li tevgera azadixwaz a Kurdistanê dike.Rewş xirabe xelk di nabera du agira de dişewite.Cîhan bê deng e. 20.1.2016Dara Bilek
Pêş
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
04/07/2025
Teqînek bihêz li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat bihîstin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Koça dawî kir27/06/2025