Endam Parlementerekî Dewleta Yasa daxwaz dike ku, Parlemen û Hikûmeta Îraqê li ser pişka Herêma Kurdistanê ya ji sedî 17 yê bûdceya giştî bê têkbirin û daxwaz dike ku Kurd li Bexda bêne derxistin Li gora nûçeya basnewsê, endamê Îtîlafa Dewleta Yasa li Encûmena Nûnerên Îraqê Ebdulselam Malîkî diyar kir: ‘’Herêma Kurdistanê piştî têkçûna Seddam, baweri û heskirina xwe li hember Îraqê nemaye, ji ber vê yêkê nabe peymaneke nû li gel Herêma Kurdistanê bê pêkanîn. Pêwîste pişka budceyê ya sedî 17 bê kêmkirin û hikûmetekî nû ji Îraqiyan bête avakirin. Nabe beşdariya Herêma Kurdistanê têde hebe.’’ Li gor gotinên Malîkî gelê Îraqê pir ji rêveberên Kurd acizin û naxwezin di parleman û hikûmetê de Kurd hebin û gelê Îraqê dixwaze Kurd ji nexşeya siyasî ya Îraqê bêne durxistin. Malîkî waha berdewam dike: ‘’Barzanî behsa referanduma cudabûnê dike, ji ber vê Kurdistan heta zû ji Îraqê cuda be baştire.’’ Herwha Malîkî ji ber beşek ji axa Îraqê dagirkiriye Serokê Herêma Kurdistanê tometbar dike. Berînaha jî Ebdulselam Malîkî daxwazkir ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê bê qutkirin.
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!30/06/2025