Emê serdana Barzanî bikin
Parlementera HDPê Selma Irmak konferansa partiya xwe de axvtinek kir û behsa pêvajoya li Bakur kir.
Irmak da xuyakirin ku ewê serdana serokê Kurdistanê jî bikin û behsa rewşa heyî bikin.
Beşek axavtina xwe de Irmak got:Em bangî kurdên ku ne HDP yî ne dikin.Roj roja yeketiyêye.Kes nikare fesadiyê bêxe nava miletê kurd de.Pêşerojê de me serdana Barzanî bikin û tifaka bi hêztir bikin.Emê behsa xeletiya bikin, rexneyên xwe pêşkêş bikin…
Di vê demê de ev gotara Irmak balkêşe. Lê ji hemiyê girîngtir di siyaseta PKK/HDPê de rolê Irmak çîye? Gelo Irmak dikare lipita gotarên xwe bisekine?
Ji aliyek din medya Irmak bi xwe rojane bi awayek derew behsa Barzanî dike û dijitiyek li ser derewa li himber Barzanî dike. Gelo dê Irmak bikaribe behsa van tişta jî bike. Ev girîng e.
Bê goman di siyasetê de prensîb hebin û li ser xetek netewî hevkarî di nava hêzên Kurdistanî de hebe başe. Lê dema tu bixwazî yekitîyê pêwist bibînî û dema bixwazî Barzanî û xeta netewî wek dijminekî bibînî nabe. Ev ne duristiye û ne siyasetek raste.
Gelo hunê bikaribin behsa xeletiyên xwe bikin?