Aştiya navxweyî ji aştiya bi xelkên din re giringtir e
Gabar ÇiyanGazin, ne rexne ye. Hêvî û tika ye. Bi hîsên mirovahiyê barkirî ye. Di nav heval, hogir, nas û dostan de navgînek giring e, ji bo ku rê li ber şaşiyan bide girtin. Gazin, ji nêzîkbûna dil tê. Nahêlê çewtî mezintir bibe, nakokî û tevuhevî bê holê. Bi saya gazinan, dilşikestin, dilmayîn nayên pê. Ji bo parastina berjewendî û têkiliyên du alî, çavdêr û afirênerê balansê ye.Rexne û rexnegirî jî, Ji bo guherînên civakî, avakirina jiyana modern û jiyanek kêm şaşî û problem, pêwîst e û şert e. Rexne, rûwek cidî û fermî dide pirsê. Ji hêviyan wirdetir e û daxwaziyan dihêne zimên.Li gorî pêwistiyên dem û cîh formule dibe, nerm an jî hişk, li dij an gel, rê ji niqaş, fikrên cewaz û pêşketinê re vedike. Di encamê de, bandora rexneyên fikirkirî û niqaşbûyî, ne tenê li xwediyê xwe, lê belê (erênî an jî neyênî) li civatê jî dibe. Şopa xwe dihêle.Ez bi xwe, wek kesekî hizirkêrê bi zimanê xwe û aktîvîstê mafê mirovan, xwe nêz, dostê hereket û saziyên netewî dibînim û di çarçoveya berjewendiyên netewî nêzî pirs û pirsgirêkan dibim. Wiha jî derbarê kêmasî û şaşîyên wan, di dema civîn û axavtina dualî de, dîtina xwe yekser dibêjim. Carna jî dinîvisînim û bi sebir li benda fêmkirina xwe û çaraseriyan radiwestim. Rexneyên xwe ên di çarçoveya mafê mirovan de, paşê, dema mijar dibe qurbana siyaseta jibîrbirinê û guherîna rojevê, dihênim zimên.Ez ê eşkere, lê hinekî bi hêvî û tika nêzî mijara ”aştiya navxweyî” bibim. Bi dengek bilind derdê xwe birêjim. Gazin û rexneyên min, li hemberî bêdengî û bêhelwestiya siyasetvanan e. Her wiha domandin, dubarekirin û israra ji bo heman xeletiyê ye.Ez ji hêzên netewî, bi taybetî ji endam, hevalbend û piştgirên partiyên desthilatdar li bakur, başûr û rojava bi gazin im. Berê gazinên min bêhtir li rêvebirên partiyan e. Hêviya min ew e ku pirsê cidî bigrin û bibin xwedî helwêst.Di gazin û rexneyên siyasî de, pîvanên exlaqî şert e. Divê armanc, kêmkirina şaşîtiyan be. Perspektîv, rê ji pêşketinê re veke. Hişkiya rexneyê, ji çarçoveya exlaqî dernekeve, nebe sedema dilhiştin, heqaret, biçûkxistin û provakeyan.Hêzên kurda, nûnerên civatê ne. Gel temsîl dikin. Dema pêwîst be, ji bo çareseriya pirsgirêkan û têkiliyên cewaz wê beyana bidin, civînan lidar bixin, herin serdana welatên cînar û derve. Hevdîtina bi Iraq, Îran, Suriyê û Turkiyê jî wê were rojevê. Ew ê, kar û xebatê, carna bi xeter bê jî, li welat û derveyî welat bikin. Civînên navxweyî bikin.Li ser van pirsan, hişk, nerm, heq an neheq wê nirxandinên siyasî, rexne û gazin bibin. Ger nebe, ne normal e. Mafê bersivdanê jî wê were rojevê. Ev tev tên fêmkirin. Ne şaş in. Erênî ne. Lê di medyayê de, biçûkxistin, heqaret û çêrên (xeberên nexweş) li dijî hêzên netewî û rêvebirên wan, nayê fêm kirin û qebûl kirin. Gelek kesên nêzî hêzên siyasî, rojane, di medyayê de, -bi zanabûn an nezanî, plankirî an ji bo şelafiyê, bi vî şiklî, li heqaretên êkudu berdewam in.Li her welatî, li gorî hiqûqa nav welêt, biçûkxistin, heqaret û çêrên eşkere, suc e. Dema suc bi serhişkî bê domandin û bibe sedema provakeyan, berê hêzên mezin bide hev, şervanên kurd û xelk bê kûştin, şiklê sucê tê guherîn. Hiqûqa navnetewî dikeve dewrê. Dawe, rengê bi provakeyan kûştina navxweyî (birakûjî) distîne. Dikeve beşê ”sucê mirovatiyê”. Sucê rûreşiyê.Rexnegiriya bi pîvan, kalîteya siyesetê bilind dike. Siyaseta bi exlaq, mîrasek giranbûha ye ji bo neslê nû û pêşerojê. Kurd netewek perçebûyî ye. Biçûkxistin, heqaret û çerên nexweş, me ji hev durtir dixe. Sînorên nav me qalindtir dike. Hêviyên me ji hev kêm û qelstir dike.Kurd, aştîxwaz in. Herdem qala aştiya bi turk, ereb û farisan re dikin. Lê aştiya navxweyî, kêmasiyên xwe ji vê hêlê ve, zêde bala wan nakşîne. Naxwazin bandora haqareta li hev, ji awira rûhî û hiqûqî bihênine bîra xwe.Partiyên kurda, ji bo dermankirina brîna netewî ava bûne. Divê rê li ber heqaretên bi vî rengî bigrin û girinigiyê bidin aştiya navxweyî. Lewra aştiya navxweyî ji aştiya bi gelên din re, giringtir e.