Peyamek ji Serokê Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovanHemwelatiyên xweşdiviyê KurdistanêXweragiriya gelê me û dilêrî û qehremaniya Pêşmergeyên me li hemû qonax û rojên sext da bûye sedema wê yekê gelê Kurdistanê herdem bi serbilindî bimîne. Piştî wan karesat û wan şerê zalimaneya ji aliyê terorîstan dijminê exlaq û mirovayetiyê li ser gelê Kurdistanê da hate sepandin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi xwîn û cangoriya xwe efsaneya Da’îşê şikandin û bûye sedema sersamiya cîhanê, li sayeya qurbanîdana Pêşmerge niha hemû mirovayetî bi çavê rêz û hurmetê ve temaşa gelê Kurdistanê dike.Li çend rojên derbasbûyî Pêşmerge li çendîn destanê bêwêne da hewlên terorîstên yê dawî ya êrîşa axa Kurdistanê têkşikand û ziyanekî gelek mezin li dijmin da. Li şerekî bîst û çar demjimêrî da Da’îş hewl da bi berfirehtirîn awayî û bi baştirîn hêz û çek û teqemenî û hejmarekî zêdeyên otombêlên bomberêjkirî êrîşî Pêşmerge bide. Ew êrîşa terorîstan bi mezintîrîn êrîş tê hejmar kirin û nêzîkî yek mehî bi bo xwe amade kiribû lê belê Pêşmerge qehremanane li hemû mîhwerên Da’îşê têkşikand. Destxweşiyê li wan dikim û berxwedan û azayetiya wan cihê şanaziyê ne, her wiha spasî gelê xweragiriya Kurdistanê dikim ku piştevanê Pêşmergene û zarok û gedeyên wiha aza û çavnetirs û nîştîmanperwerane pêgihandiye ji bo bergirîkirina li ax û nîştîman. Spasî piştgîrî û palpiştiya asmaniya hêza hevpeymanan jî dikim ku li şeran da piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.Terorîstan xwestin li roja ala Kurdistanê da êrîşî Kurdistanê bikin û ala Kurdistanê li ser ala şêran dabigrin lê belê xeyala terorîstan û dijminan valaye û ala me li sayeya xwedayê mezin û qehremaniya Pêşmerge û hîmeta gelê me tu demekî nayê xwarê û bi bilindî dimîne.Gelek xemgînim ji destdana wan Pêşmergeyên qehreman, şehîdbûna wan ziyaneke mezin bû ji bo me hemûyan. Her Pêşmergeyek ku canê xwe pak dibexşê û şehîd dibê birînek dixe dilê min, lê belê min baweriyekî tevahî heye ku xwîna pakê şehîdên me yên serbilind gelê Kurdistanê berev roja serkeftinê dibe. Her wiha pabendbûna me beranber ax û nîştîman û paşaroja gelê Kurdistanê zêdetir dike. Canê şehîdên me hewêna serbilindî û serkeftina gelê Kurdistane. Merdayetî û cagoriya wan azîzan me hemûyan mikurtir dike ku destberdarê doza rewaya gelê xwe nebîn û îradeya gelê Kurdistanê ya rûbirûbûna dijmin û gihîştina serkeftina yekcarekî bihêztir dike.Silav li giyanê pakê şehîdan û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê19.12.2015