CivakPolîtîk

Esnafa li dijê xendek û operasyona dengê xwe bilind kirin

Dikandarên navçeya Sûr a Amedê xwestin ku di cih de şer û pevçûn qedexe dawî werê.Dikandarên navçeya Sûr a Amedê ji ber ku ev demeke dirêje ji ber şer û pevçûnan nikarin dikanên xwe vekin bi daxuyaniyeke çapemeniyê rewşa anîn ziman û xwestin ku demildest şer û pevçûn qedexe bi dawî bibin.Li ser navê dikandaran Serokê Odeya Esnafan Adîl Aydin axifî û got ku daxwaza wan tenê vekirina dikanane herwiha ew dixwazin ku êdî mirov neyên kuştin û ew vê yekê ji dikanên xwe girîngtir dibînin.Adîl Aydin amaje kir ku polîs jî be gerîlla jî be û leşker jî be ew li dijî hemu kuştinanin.Aydin da zanîn ku ew vê daxuyaniyê ne li ser navê tu aliyekî siyasî didin û ew tenê wek dikandaran helwesta xwe nîşan didin.Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku banga wan li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Şaredariya Amedê, li Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û parlementerên AK Partî yên Amedê ye ku demildest avekî bi vî agirî de bikin ku hîn agir berfirehtir nebûyî.Dikandaran dan zanîn ku ew dê hewil bidin ku roja Çarşemê li Qada Şêx Seîd çalekiya runiştinê ya bêdeng li dar bixin.Adîl Aydin derbarê xendeqan de jî wiha got: “Rewşa me wekî esnafan xirab û wêran bûye. Bila demildest xendeq û barîkat werin rakirin û şer û pevçûn qedexe bi dawî bibin.”

Back to top button