ji bo sekinandina şer û peydakirina çareseriyekî hewldanên navdewletî ber bi pêşve diçin.Di vê pêvajoyê de rolê Kurdistana Başûr gelekî girînge. Bi vê minasebetê Hevpeymaniya Surî li Kurdistana Başûr bûn û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya şanda Hevpeymaniya Nîştîmaniya Sûriye kir ku ji Xalid Xuce Serokê Hevpeymaniyê û Abdulbasit Seyda û Abdulehed Istîfo Endamên Hevpeymaniya Nîştîmaniya Sûriye pêkhatibûn.Li hevdîtinê de behsa hereşeyên terorê û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Sûriye û Iraqê kirin û şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan û azadkirina Şingalê nîşan da û rola Serok Barzanî li şerê terorê ji bo çareserbûna qeyrana Sûriye bilind nirxand. Li beşekî dinê kombûnê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û pêşhatên dawî û guhertinên herêmî û navdewletî û bandorê wan li ser paşaroja navçeyê û Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.Her wiha li berdewamiya hevdîtinê de di derbarê paşaroja Sûriye û tehdîdên li ber çareseriyên qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


