Jİ RAYA GİŞTİ YA KURDİSTANÊ RE10-01-2015 ji bona yekîtiya PDK ê li bakur û bi giştî yekîtiya xeta netew û demokrat li bakurê Kurdistanê bi nawê İNSİYATİFA YEKİTİYA PARTİ DEMOKRAT A KURDİSTAN Komisyonek bi beşdar bûne 120 siyasetmedar a hate awakirin.Ew komisyona ji 12 kesan hatî pejirandin di civînê me yê li bajaran da komisyon berfireh bû komisyon ji 32 kesan ji bo kar û xabata danû û standina ji bo yekîti û yekrêziya PDK li bakurê Kurdistanê û yekîtiya xeta netew û demokrat hatî awakirin li gôr prensib û rêbazên di wê civînê de hatî pejirandin, dest bi kar û xabatên xwe kir û xabata xwe berdewam kir û dike.Me weke mesuliyet û hasasiyetên li göre pajirandina di wê civînê û civînên me yê bi giştî de hatin diyar kirin, xabatê xwe bi partî grup û tevgere re û bi civînê di bajaran’da ji bona yekîtiya bi hevrebûn û yekrêziyê meşandin.Di nawa wê pêvajoye ku em tê de derbas bûn û berdewam dikin, me tû car hêviyê xwe yê ji bona yekîtiya xeta netew û demokrat û parçe bûne PDK li bakur bi yekîtî û yekrêzî çê bibê wande nekir.Ji ber ku parçe bûn ne ji bo berjevendiyê netewe milletê Kurd a.Em weke İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK Lİ BAKUR bi hasasiyet û prensibên dilsôzane di meşin û berdewam dikin û emê her tim aliyê yekîtiya xeta netew û demokrat û yekîtiya PDK li bakur bin.Di kar û xabatên xwe yê ji bona yekîtiya parçe bûne PDK li bakur û xeta netew û demokrat da li ser hassasiyet û üslübên ahlakî û dilsôzane di meşîn û emê berdwam bikin.Weke raya giştî jî agahdara ku gelek rexneyê bê bingeh û bûxtanên bê bingeh ji ahlakî dûr li hember me hatin xabitandin li ser riya sosyal medyayê. Em li hember wan bûxtanên bê bingeh û rexneyê bê bingeh bê deng man û me tahemûl kir û emê her wê bê dengiya xwe ya li hember bûxtanên bê bingeh berdewam bikin ji bona berjevendiyê yekîtiya xeta netew û demokrat.Kesên li ser nawê çi rêxsitin û gruban haqaretên bê bingeh li me kiri bin, tirsa wan ji yekîtiya xeta netew û demokrat heye.Ewên bûne sedemên parçe bûne PDK li bakur, elbete ji yekîtiya PDK li bakur di tirsin. Em baş dizanin wazîfedariya spekülasyona jî sanata ke.WazÎfedariya bûxtanên bê bingeh jî sanata ke.Ew sanatê bûxtanên bê bingeh di nawa hinek rêxistinê me yê bakur da û bi teybetî di mêjiyê hinek kesayete de bi ci bûye û wazîfeyek ne diyar dikin.KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK(Lİ BAKUR) me pêwistî bi wê daxuyaniyê dî ku em qet wan spekülasyonê di haqê mede di hatin gotin ciddî nabînin û kesên tû alaqat û girêdanê wan di demek direj de bi komisyonê re ne mane li ser nawê komisyonê di xwazin komisyonê weke alîyekî grubî û ji mecra rêbaza me li ber xwe dani dûr bikin û bikin bin tôhmetên bêrêzik de.Em weke însiyatîfa Yekîtiya PDK (Lİ BAKUR) terefê yekîtiya xeta netew û demokratin.Em heyj ji hassasiyet û rêbaza me pajirandî hene.Tu car em nebûn aliyê spekülasyona û bûxtanên bê bingeh.Lê em mecbur man ku di demek dirêj de yê tu alaqat û girêdanê wan di nawa komisyona insiyatîfê de nema ye, li ser navê komisyonê xwe didin nişandan û komisyona insiyatîfê dikin bin tôhmetan de.Ji bo raya giştî zani bê ku ew kes û kesên ji ûslûbên ahlaqî dûr ku me bi illîzyonîstî û şaklabanî sûcdar dikin em dizanin çime di destpêkêde di nawa komisyonê de cih girtin dizanin. Em weke ahlaqî bersiva wan bûxtanên wan nadin.Ev kesên ku di destpêkêde endamê komsiyonê bûn M.Emin Dicle- Baha Mutlu û Sabrî Sosyal di demek dirêj de tu alaqat û girêdanê wan bi komisyonê re nemaye.Lê berî çend roja Sabrî Sosyal weke endamê komisyonê tenê na, weke li ser nawê komsiyonê xwedî biryare, di lêgerînek nû de xwe daye nişandan û li ser navê komisyona insiyatîfê ji ahlaqî dûr xwe diyar kiriye.Em dibêjin mafê Sabrî Sosyala ku li ser navê xwe her biryara bide.Lê li ser nawê komisyona insiyatîfê tu mafê wî nîne.Sabrî Sosyal ne endamê komisyona insiyatîfê ye.Çi dîtin û biryarê Sabrî Sosyal hebin ji bo danû standinên di lêgerîn û civîna de ev mafê wiye, lê komisyona insiyatîfê girê nadê. 18-10-2015AHMET ACARBERDEVKÊ KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close