Dabeşkirina Sûriyê bo 3 beşan
Aza Hesîb QeredaxîDi çarçoveya gerandinê li pey çareseriyekê bo kirîza Sûriyê ya pir xwîn, ev demek e ku behsa sînaryoya perçekirina wê dewletê bo 3 beşan tê kirin.Yekem beş ji Sûriyaya perçekirî ew e ya ku Serkomarê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan di cejnê de behsa wê kir û got rêjîma Sûriyê dixwaze Sûryayeke biçûk li navçeyê dirust bike, ku Şamê dest pê bike û Himis li xwe bigire û heta Laziqiyê. Ew navçe % 15 ji axa Sûriyê ye.Sûriyaya biçûk ji bo elewiyan dibe, bi serokatiya Beşar Esed. Wezîrê Derve yê Rûsya gotibû, di çareseriya kirîza Sûriyê de meric nîne ku Esed di cih de dest ji desthilatê berde, bi wê wateyê ku dikare piştre desthilatê radest bike.Îran û Rûsya alîgirên avakirina wê dewletê ne bo Beşar, ji ber ku herdu jî wek 2 dostê nêzîk ê Esed in û li dijî Amerîka ne li navçeyê, dizanin ku ji niv re nema hemû Sûriyê dikeve destê wan de, lewma beşek ji wan re bimîne baştir e ji wê yekê ku hemû ji destê wan biçe. Bi wî beşî Îran nêzîkî Libnan û Hizbilah dibe, herwiha Rûsya jî dixwaze cihê lingê wî li navçeyê çêbibe.Beşê duyem ê suniyan e. Amerîka û hevpeymaniyên wê, vê yekê dixwazin, lê ew navçe xwedî gelek pirsgirêk e, ji ber ku nizanin radestî kîja girûpê bikin, ew hêzên dijbereyê yên ku Amerîka piştgîrî û alîkariya wan dike nexwedî hêzeke rasteqîne ne, li ser erdê destê wan tune ye, herwiha ti deverên wisa berfireh jî di destê wan de tune ne da ku hikûmetyekê li wir rabigihînin. Tirkiye jî nêzîkî wê yekê nabe û Erdogan daxwaza yekperçebûna axa Sûriyê dike, bêguman di wê Sûriya yekperçe de meyla wî bi ser suniyan de ye, lewma rojane Hikûmeta Tirkiyê wek alîgirê girûpên tund tê tohmetbarkirin.Beşê sêyem jî, beşê kurdan e. Amerîka û hevpeymaniyên wê ligel perçekirina Sûriyê ne û dibînin ku mafê kurdan e ku ew jî bibin xwedî beşekî, dixwazin ew beş ligel Herêma Kurdistanê bibin yek dewlet. Hêj nediyar e ku ew pêwendî dê çawa be û dê çawa pêk were, lê gotûbêj li ser tên kirin. Îran û Rûsyê ligel beşek ji mafên kurdan e wek avakirina kantonan, lê naxwazin ti pêwendiya wê beşa kurdan li Sûriyê bi Herêma Kurdistanê re hebe, ku ew dixwazin bi rêya PKKê bikin beşek ji mîhwera xwe û beşek bin ji rêjîma Esed û li dijî Tirkiyê bin. Li Herêma Kurdistanê jî jin alî xwedî heman nêrîn in li hember Rojava, lê ditisin ew girêdana Başûr û Rojava bi xêr bo Barzanî û PDKê vegere.Tirkiye niyaz û pêwîstiya Îran û Rûsya ji aliyekî û Amerîka ji aliyê din fêm dike , lewma her ji esas ve naxwaze herêmeke kurdan li Rojava dirust bibe, lê belê dixwaze beşek be ji herêma suniyan, lewma dûr niye ku Erdogan dîsa bêje Wezareta Derve ya Amerîka şaş e ku PYD û YPGê bi terorîst nebîne.Madam Erdogan bi wî awayê eşkere axivî û îtîraf kir ku dê Sûryayek ji Esed re dirust dibe, tê wê wateyê ku avakirina herdu beşên din rast e û dirust e. Niha qonaxa xwesazkirina kurdan e bo pêşerojê. Baştirîn bijarde bo Rojava yekbûna wê ligel Başûrê Kurdistanê ye, ew jî bi alîkariya Amerîka û hevpeymaniyê wê be, wê demê bila Tirkiye, Îran û Rûsyê jî razî nebin. kdp,info