Polîtîk

Kes nikare rola Pêşmerge li Şingalê kêm bike

Piştî ku Kargêrê Polîtburoya YNKê di gotarekê de li kongreya PYDê li Rojvayê Kurdistanê de behsa wê yekê kir ku eger ne ji YPGê ba Şingal eyibdartir dibû, Serfermandar Pêşmerge ragihand ku, ev gotin muzayedeya siyasî bû û siyasetmedar çawa diaxivin bi kêfa xwe ne, lê ti kes nikare rola Hêzên Pêşmerge kêm bike û xelkê Kurdistanê şahid in ku kê ew dever rizgar kirine.Ferîq Cemal Îmînkî Serfermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge karîne li Zûmar heta Şingalê bi sedan km azad bikin, lewma kes nikare rola Hêzên Pêşmerge kêm bike û xelkê Kurdistanê û navçeyê şahid in li ser wê yekê ku kê ew navçe azad kirine.”Îmînkî wiha got: “Siyasetmedar bi kêfa xwe ne ku çi dibêjin, lê kes nikare rola Hêzên Pêşmerge kêm bike ji ber ku gelek qurbanî dane bo azadkirina wan navçeyan, lewma ew gotin muzayeda siyasî ye.”Herwiha da zanîn ku, “Ew navçeyên ku hatine rizgarkirin rasterast bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatine rizgarkirin, û diyar e rewşa devera Şingalê berê çawa bû û niha çawa ye, bi taybetî rewşa Çiyayê Şingalê.”Îmînkî wiha domand: “Qurbanîdan bo rizgarkirina Şingalê bi yekcarî berdewam e û tişta ku maye jî dê li ser destê Hêzên Pêşmerge were rizgarkirin.”

Back to top button