Civak

Wezareta êkonomî rê li monopoliyê digire

Wezareta darayî û aboriya herêma Kurdistanê rêgiriyê li monopoliyê dike û derî ji bo pêşbirkêya bankayên sektora taybet vedike.Wezareta darayî û aboriya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de behsa sîstema bielektironîkirina miaşan dike û ev li jêr teksta daxuiyaniya wezaretê:Daxuyaniyek ji wezareta darayî û aborîDi warê dabeşkirin û databaskirina sîstema miaşan bi rêya bankayên sektora taybet  de, em van çend xalên li jêr ji raya giştî re berçav dikin:1- Wezareta darayî û aborî li kabîneya heşetm ya hikûmeta herêma Kurdistanê de bi belge îspat dike ku, monopoliyê ji tu bankayekê re nake, lê rêgiriyê li monopoliyê dike û ji bona pêşbirkê ji bo bankayên sektora taybet rê xweş dike.2- Wezareta darayî û aborî li roja 02.04.2015ê dest bi tecrûbekirina sîstema bankayî kiriye û yekem wezaret ku dest pê kir wezareta bazirganî û pîşesazî bû û miaşên wê wezareta bi rêya Banka Cîhan, Banka Eqlîm û Bankaya Erbîl hatin dabeş kirin.3- Duyem wezxaret di vê pirosesê de wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistî bû û li roja 10.06.2016 bi rêya Bankaya Kurdistanê bû.4- Li dor risomatên vekirina hisaba bankayê jî, ew heqdestê ji bo vekirina hisaba bankayê tê dan ji bo yek carê ye û li gor standardên cîhanî ye û wezareta darayî ew heqdest destnîşan nekiriye.5- Deriyên wezareta darayî û aborî ji bo hemû bankayên sektora taybet vekirîne ku li gor rênîşanderan bekevin nav pêşbirkiyê. 

Back to top button