Serokê pêşî yê PDKTyê ne Av.Faik Bucak e, Saîd Elçî ye!
DAXUYANÎYEK PÊWÎST!Serokê pêşî yê PDKTyê ne Av.Faik Bucak e, Saîd Elçî ye!Îsal bi munasebeta bîranîna 49 salîya şehîdkirina serokê duyem gorbuhişt Av. Faik Bucak du rêxistinên ku xwe weke berdewama “Partiya Demoqrata Kurdistana Turkîye”yê dibînin; Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya(PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd (PDK) daxuyaniyên bîranînê belav kirin. Lê gelekî balkêş e û cihê xemgînîyê ye ku herdu rêxistinan jî Av. Faik Bucak weke serokê yekem yê PDKTyê nîşan daye ku ev aghdariyek şaş e! Weha diyar e ku Partiya Azadiya Kurdistanê – PAKê û gelek siyasetmedar, nivîskar û welatparêzên kurd jî li ser van agahdariyên şaş, di daxuyanî û mesajên di facebookên xwe de, ev şaşîya dubare kirin.Di vê rewşê de, ez pêwîst dibînim ku bi çend hevokan be jî damezrandina “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) û rewşa serokê pêşî Saîd Elçî û serokêyê duyem Av. Faîk Bucak yên PDKTyê zelal bikim:“Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê” (PDKTyê) di 11ê tîrmeha 1965an de, li bajarê Diyarbekirê û bi awakî veşartî (îllegal) hate damezrandin. Di destpêkê de, Av. Faik Bucak ne di nav endamên damezrîner yên vê partiyê de bû. Partî ji aliyê Sait Elçî, Ömer Turhan, Derwşê Sado, Şakir Epözdemir û Av. Şerafettin Elçî ve hatibû damezrandin. Sait Elçî weke serok, Av. Ş. Elçî weke sekreter û Şakir Epözdemir weke muhasib, Derweşê Sado û Ömer Turhan jî weke endamên hîmdar hatibûn hilbijartin.Hayên Faik Bucak û Kemal Badilli ji damezrandina PDKTyê hebûn. Di amadekirina destûr û programê de alîkariyên wan yên hêja çebûne. Kemal Badilli xebatên xwe yên li ser ziman û nehezkirina xwe ya ji siyasetê nîşan dide û endametiya hîmdariyê qebûl nake. Faik Bucak jî di destpêkê de dide diyar kirin ku ew vê gavê ji bo xebatê ne amade ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hîmdariya Partiyê qebûl nake.


