Pirtûk: Bêsal
JI GIRTÎGEHÊ DUYEMÎN PIRTÛKEv pirtûka helbestan a duyemîn e ku ji aliyê girtiyê Girtîgehê Felîr Tiltay ve hatiye nivîsandin û di lêkolîneke nivîskar Zeynelabidin Zinar de li Parîsê hatiye dîtin.Helbestvanê hêja Felit TILTAYê ku niha ji bo jiyanê bi Rihistîn re berxwedan dike, di sala 1946an de li gundê Elicana girêdayê bi bajarê Îdirê ve ji dayik bûye. Diya wî Almast û bavê wî Simo, ji eşîra Bekiran in. Felîtê bavê yazdeh zarûkan di 1993an de bi koçemalî hatine girtin û ew bi sezayê sêpiyê hatiye sucdarkirin, niha jî jiyana xwe bi girtîgeha hertimî didomîne.Navê pirtûka Felît a pêşî ku derketiye DEMSAL e, lê navê vê pirtûka duyem jî BÊSAL e, bi wateya ku hertimî di girtîgehê deye.Her helbesteke vê pirtûkê, xwedanê serpêhatiyeke dilsoj e.Pirtûk li Swêdê ji aliyê ”Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî” ve hatiye weşandin. Tê de 47 helbest hene. Her helbestek li ser babetekî cuda hatiye honandin. Çendî ku hin helbest malik in, hinek çarîne ne û bi kêş, nikl û qafiye ne, hinek jî serbest in û ne li gor rêza malikên bi kêş û qafiye hatine amadekirin. Ji ber hindê jimartina jimara wan zehmet e.Em wek Rojeva Kurd helbestvanê hêja Felit pîroz dikin, jê re leşsaxî dixwazin û bi hêviya ku ew zûtirîn dem bigîje azadiya xwe hêvî ji Yezdanê dilovan dikin.Rojeva Kurd/Stockholm