HDP di nava Qendîl û Îmralî de asê ma ye
Li gora medya Tirkî û hinek çavkaniyên di nava HDPê de dibêjin, piştî hilbijartina HDP di nava Îmralî û Qendîlê de maye heyirî.Wek tê zanîn piştî hilbijartina, KCK di derbarê gotara Demirtaş a “ Dengê Êmanet“ bersivek da Demirtaş û dabû xuyakirin ku, HDP encama hilbijartina çewt dinirxîne.Herweha têzanîn ku di qonaxa propaganda hilbijartina de, HDPê wek cara Ocalan neda pêş.Qendil jî daxwaziya Ocalan ya ku kongereyekî bicivîne û biryara danîna çekan bide pêkneanî û bi awayekî ket nava hewldanekî de da ku rola Ocalan kêm bike.Daxuyaniya KCKê ya ku Ocalan û HDP nikare biryara çekdaninê bide jî gavek vekirî ya kêmkirina rola Ocalan di prosesê de bû.Niha jî heyetek ya HDPê xwe amade dike ku serdana Îmralî bike. Lê hêja rayadarên dewletê izin nedaya wan ku herin Îmralî.Li gora çavkaniyên di nava HDPê de Qendil jî berpirsên HDPê xwestine û dê li gel wan rewşa heyî binirxîne.Tê zann ku piraniya cara tu bihayê gotina Demirtaş yan jî rayadarek yê HDPê tuneye. Biryara dawî ji Qendil û Îmralî derdikeve.Niha jî kîmkirina rolê Ocalan di nava PKKê de ketiye rojeve. Piştî serdana HDPê ya Îmralî, peyama Ocalan di derbarê encama hilbijartina û pêvajoya avakirina hukumeta Tirkiye de dê zelaltir bête zanîn.Li gora hinek agahdariyan Ocalan ji berî hilbijartina 4 roja nameyek ji Erdogan re rêkiriye û di nama xwe de behsa pêwistiya serketina pêvajoyê û herweha ji bo pêşketina prosesa pêvajoyê behsa girîngiya serkeftina AKPê dike.