Barzani û serokkomarê Misrê civiyan
Mesûd Barzanî beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî ya welatê Urdinê kir.Di çarçêweya vê Korbenda Cîhanî da Serok Barzanî li gel Abdulfetah Sîsî Serok Komarê Misir û şanda li gel civiya. Li vê kombûnê da behsa rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa cîhanî û navçeyê kir. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasî û emniya Iraqê û rûdawên parêzgeha Enbar û her wiha rewşa meydaniya bereyên şer û serkeftinên hêzên Pêşmerge li beranber terorîstan xisterû. Her li vê kombûnê da Serokê Misir destxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir û li dijî terorîstan hêviya serkeftinê ji bo hêzên Pêşmerge xwest.Li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên dostaneya di navbera gelê Misir û gelê Kurdistanê kirin.Her li çarçêweya vê korbendê de roja înê Serok Barzanî li gel Mehmûd Ebas Serokê Filistîn û şanda li gel civiya. Li vê kombûnê da Serok Ebas ronahî xiste li ser hewl û serkeftinên navdewletî û dîplomasiyên Filistînê li asta cîhanî da ji bo berev pêşve birina doza gelê Filistînê û behsa rewşa siyasî ya navxweya Filistînê kir. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û şerê dijî terorîstên Da’îş û her wiha serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Li vê kombûnê da her dû alî tekez li ser berdewambûn û kûrkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Filistînê kirin.Her heman rojê û li Korbenda Aboriya Cîhanî li Urdin Serok Barzanî û Selîm Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê civiyan. Li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê behsa ajandaya wê serdanê kir ku bi niyaze li paşarojeke nêzîk da ya Amerîka encam bide. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê bi giştî û rewşa Enbar û hereşeya terorîstên Da’îş hate nirxandin.Li dirêjahiya hevdîtin û kombûnên li çarçêweya Korbenda Aboriya Cîhanî de Serok Barzanî û Beha Erecî Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kombûn. Li vê kombûnê da Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê behsa rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û navendê kirin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda tûşî giriftan nebin û ew peywendî berev pêşve biçin û eve jî xisterû ku li Bexda gelek kes û alî hewla ewe dane ku ew peywendî parastî bê û ziyanê ber nekevê. Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.Hêjayî gotinêye roja înê 22.05.2015 li yekem roja Korbenda Aboriya Cîhanî û li çarçêweya vê korbendê de, kombûnekî li navbera Serok Barzanî û Şah Abdullahê Paşayê Şahnişîna Urdinê birêveçû.