Polîtîk

Berwarî Belê rêgir li asta gelek bilind da hebûn

Li kabîneya pêncem de hun Wezîrê Werzîş û Lawan bûn, we planan gelek dixist rû lê bi pratîkê de ew plan kêm dihate dîtin, sedema wê çî bû, gelo we dixwest wekî çend salên desthilata li Kurdistanê, bi tenê xewn dirûst bikin ji bo gencan an bernameya we hebû lê rê li ber we hate girtin?

Taha Berwarî: Kabîneya pêncem yekemîn kabîneya yekgirtî bû piştî şerê malwêrankerê navxweyî. Wezareta Werzîş û Lawan yekemîn car bû li Kurdistan hate damezrandin. Karnameya Wezareta Werzîş û Lawan yek ji dewlemendtirîn karnameyên Wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, Werzîş û Lawan li du warên gelek mezin û hestiyarê Kurdistanê bûn. Yekemîn car programekî têrûtije û zanistî bi beşdariyekî berfirehê rêxistinên lawan li ser asta Herêm û tewafiqekî hevbeş û danana mekanîzmek ji bo birêvebirina du dokumentên bi navê (Nexşerêya Werzîş) û (Nexşerêya Lawan) hate darijtin.

(Nexşerê) buye beşek ji programa karê kabîneya pêncem. Li nav rêxistinên lawan de bi tenê rêxistina navneteweyî wekî UN destxweşiyê li me kirin. Xema mezina Lawan bi taybetî ew bû, gelo ev bername dê bi cîh bibe an na? Hikûmet piştî guftûgoyeke mezin pesend kir. Ji ber gûhertinên ku li kabîneyê da dirust bû, Wezareta Werzîş û Lawan û Wezareta Rewşenbîrî hatin têkel kirin û Wezaretekî nû lê hate saz kirin bi navê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan.

Belê rêgir hebûn û rêgir li astên gelek bilind da hebûn. Rapora kesên nezan bi bandor bûn. Raporên nedirustî û ziyanbexş li kadirên lawaz ve û bawerkirina serkirdayetiyê bi wan raporan sedemeke mezin bû û ziyanekî yekcar mezin gihandiye wan hizban. Encama dengdana 2009 û awayê dengdana gencan li wê hilbijartinê da belgeyekî eşkereye ji bo vê rastiyê.

Helbet nexşerêya Wezaret hewlekî fikrî û westabûneke yekcar mezin bû, eger medyakariyekî sazkirinê li gel bûya, eger monopola rêxistinê berbest neba, eger raporên şaş û kadîrê lawaz girift nebûyan, eger li kanalên Parlemen û her wiha Encumena Wezîran da fîlterên hizbî rêgir li karê zanistî û Hikûmetê û Wezaretê nekiriban, hem genc û hem jî werzîşa Kurdistanê niha li qonaxekî din da dibûn.

Li hevdîtina din de bi dirêjî ez li ser vê pirsê rawestiyam û tenê wê yekê dibêjim, li şûna dijayetî kirina Wezaretê, eger wê enerjiye li ser birêvebirina karnameya Wezaretê kiriba, bi dilniyayiyê ve îro behsa hengeke din dihate kirin. Wezareta Werzîş û Lawan, ji bilî planrêzî û nexşerê bi kiryarên çendîn hengavên berbiçav hebû. Ew kar bi awayekî bingehê xûrt dikirin û geşkirina her du tevgera werzîş û lawan kiriye. Nirxandina wan karan erkê kesên pêwendîdare, wekî mînak warê werzîş, warê lawan, siyasetmedar, medya û civaknasên Kurdistanê.

Mebesta we ji serkirdayetî kijan aliye, eve ku hûn behs dikin serkirdayetiya wan hizban diyar nake ku proje û biryara Hikûmetê birêve dibin neku îdariyan?

Taha Berwarî: Ez bawerim ronahiye behsa çi aliyek dikim û çi aliyek jî kêmterxem buye wekî pêwîst, ev pirs nexistiye ajandaya fermî kombonên serkirdayetiyê li dem û cihê xwe da!!

Dema partî li ragihandinên xwe de behsa kabîneya şeşem dike, serkirdayetiya yekîtî bi derketina li rêkkeftina stratejiyê li qelem didin, lê belê wê demê hûn Wezîrbûn endamekî Parlemen ser bi Yekîtî, berdewamî li ragihandinê de li ser we daxûyaniyê dida, ji bo çi we ji wî behsa rêkkeftina stratejî nedikir?

Taha Berwarî: Li dîroka Kurdistanê da, nakokiya di navbera hêzê Kurdistaniyan mezintirîn pirsgirêk bûye û mirov her dem lê bi gûmane. Hebûna rêkeftinek li ser parastina berjewendiya bilindên Kurdistanê karekî pîroze û hêjayî hemû piştevaniyê ye.

Berdewama wê heye…

Back to top button