Polîtîk

Li herêmê şidet tê rexnekirin

Abdurrahman Kurt da zanîn ku wan texmîn dikir biryara banga agirbestê bê dayîn û wiha axifî. “Berî hertiştî ez dixwazim bêjim ku li herêmê êdî şîdet tê rexnekirin, nayê xwestin û siyaseta bi şîdetê ve girêdayî zêde nikare bimeşe. Wateya wê namaye. Tirkiye niha di dema xwenûkirinê de ye; dewleta kûr a ku bi salan îskence dikir, tûndûjî dikir û hemû rê û rêbaz bikartanîn, niha tê guhertin. Rûbirûyê rastiya xwe dibe. Jiber vê yekê çalakî û şîddet ger berdewam bikin wê ev pêvajoya ku dewlet tê de ye, di nêvî de bimîne.’’

Kurt, diyar kir ku li herêmê jî siyaseta şîdetê êdî wek berê alîgiran peyda nake û tê rexnekirin: “Lewra ji vê bingehê daxwaziya agirbestê derket û ev daxwazî bû sedema daxwiyaniya KCKê ya agirbestê. Me hêvî dikir bangeke wiha bê dayîn. Wiha wê rê li siyasetên li derveyê şer, yên bi şîdetê ve ne girêdayî veke û dewlet jî wê bi hewlên aştiyane tevbigre û rûpelek nû derkeve holê.”

Divê rê siyasetvanên sivîl neyê girtin

Parlamenterê AKPê herçar mercên ku ji aliyê KCKê ve wek “Şertên agirbestê” hatin diyarkirin jî bibîrxist û axaftina xwe wiha domand. “Tê gotin ku agirbest divê bibe dûalî. Ez bawer nakim ti dewletek, dema li dijî wê hêzên cekdarî amade bin, di cihê xwe de rawest e. Şertên din, wek azadkirina serokên şaredaran û siyasetvanên sivîl, di cîh de ye û em jî piştgirî didin vêna. Me berê jî gotibû divê hemû siyasetvanên sivîl, ên wek serokên şaredaran ji zindanê bên berdan û bê zindankirinê bên dadghekirin.”

 
Kurt bibîranî ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan jî di axaftina xwe ya bi parêzerên xwe re rexne li karê siyasetvanên sivîl ên di qada îllegal de kiriye û got: “Min bixwe di bernameyekî televizyonê de got ku divê rê li siyasetvanên sivîl neyê girtin, lê herwiha divê hêzên çekdar jî bandora xwe ya li ser siyasetvanan bi dawî bînin. Ev gotin ji aliyê Abdullah Ocalan ve jî hatin ziman. Digot ‘’Çi karê serokên şaredaran di nav xebatên îllegal de heye?’’ Jiber vê yekê divê em hinek tiştan zelal bikin. Girtina wan çiqas şaş be, xebata îllegal ji wan xwestin jî şaş e. Ger azadî ji wan kesên ku otobusan dişewitînin, ên bi molotof-kokteylan zerarê didin derdoran re bê xwestîn wê gavê wê girtîyên ji doza Ergenekonê re jî azadî bê xwestin. Lê em banga azadkirina siyasetvanên sivîl dubare dikin. Di nav wan siyasetvanan de mirovên gelek bi rûmet, dostên min ên wek Firat Anli jî hene. Pêdiviya Tirkiyê jî bi gaveke wiha heye.”

Back to top button