Polîtîk

Kosret Resûl nexwest bersiva Hêro Îbrahîm bide

Ev heymake dirêje her du cîgirên sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdarî civînê polîtbûroya wê partiyê nabin û nakokiyên nava wê partiyê roj bo rojê berfirehtir û kûrtir dibin.

Kosret Resûl cîgirê yekem û  Berhem Salih cîgirê deyem yên sekreterê YNKê beşdarî civînên polîtbûroya YNKê nabin û nakokiyên wan digel grûpa Hêro Îbrahîm Ehmed endama polîtbûroya YNKê (hevjîna Celal Talebanî) kûrtir dibin.

Hêro Îbrahî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hawelatî li ser beşdarînekirina wan her du berprisên YNKÊ di civînên polîtbûroyê de gitibû ku, ew bi kêfa xwe ne yê beşdarî civînan bibe ciyê dilxweşiyê ye û eger beşdar jî nebin ew pirseke girêdayî wan bi xw eye.

Li gor rojnameyê van gotinên Hêroyê Kosrek Resûl gelek dilgiran kribû, lê Kosret Resûl gotibû ew naxwaze bersiva Hêroyê bide.

Ji xwe Berhem Salih ev heyamek dirêje biryara xwe daya ku heta kongreyê beşdarî ti çalakiyên YNKê nebe.

Back to top button