Polîtîk

Komara Çek dê zêdetir piştgiriya Pêşmerge bike

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Jan Folîk Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek û Caroslav Rîf Konsolê Giştî yê welatê Çek li Hewlêrê kir.

Li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan li Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku erkê ser milê hemû aliyeke ku hevkariya Pêşmerge bike ji ber ku Pêşmerge parêzgeriyê li bihayan û cîhana azad dike. Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan amadeye berdewam bê li palpiştîkirina Pêşmerge û her wiha dabînkirina pêdiviyên pizîşkî ji bo wan pêşmergeyên li şer da birîndar dibin. Nûnerê Taybetî yê Serok Komarê Çek spasiya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku yarmetiya hejmarekî zêdeyê koçberan daye û ji bo koçber û penaberan û pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê bûne penagehek, daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan li warên cûda cûda de bê pêşxistin.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Çek kir ku li şerê dijî terorîstan da piştevanê Herêma Kurdistanê ne û amadehiya Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku peywendiyên di navbera her dû aliyan bêne berfirehtir kirin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo Pêşmerge şerefekî mezine parêzgeriyê li pêkhatên cûda cûda dike û ji bilî wê balkişand li ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê tu cûre demargîriyekî olî û neteweyî beranber pêkhatan tûneye, tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayekî naçê nav wê gengeşeya mezhebî ku niha li navçeyê da li holê daye.

Her li vê hevdîtinê de çawayiya hemahengiya zêdetir û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çek hatin axaftin.

Back to top button