Cîhan

Pişgirî ji bo ragihandina dewletek kurdî heye

Çavdêrekî siyasî û ewlekarî yê Ereb amaje bi guhertinên mezin li Rojhilata Navîn dike, dibêje jî ku dê kurd bibin xwedan dewletek bi navê xwe.

Çavdêrê siyasî û leşkerî yê ereb Ehmed Fadil Meşhedanî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, li Rojhilata Navîn dê serprîzên mezin derbikevin, di çarçoveya guhrtinên ku li navçeyê diqewimin.

Ehmed Fadil Meşhedanî dibêje jî: “Dewletên zilhêz hewl didin ji bo vegerandina nexşeya beriya 2003an, lê tiştê ku niha çêdibe guhertin in.”

Navborî amaje bi wê yekê dike ku, hinek ji welatên erebî bi pêşniyara welatên rojava, parçebûna Sûriyê dixin rojevê. Di heman demê de pêşniyara cûdabûna Yemen a Başûr û Yemen a Bakur dikin, lê piştgiriyeke bihêz ya siyasî û ewlehî ji bo drustbûna dewleta kurdî heye.

Meşhdanî baldikşîne ser wê yekê jî ku, navçe dê çaverêyî guhertinên siyasî û ewlehî bem piştî drustbûna dewleta kurdî.kdp.info

Back to top button