Polîtîk

Navê DDKDê îstismar dikin

Ji raya giştî re;
Daxûyanîyeke pêwîst ya damezrêner û rêvebirên DDKDyê

Em damezrênerên DDKDyê, birêveberên wê yên Komîteya Navendî, Komîteya Giştî  û yên deverî yên ku navên wan li jêrê hatine nivîsîn, pêwîst dibînin ku di heqê wan xebat û çalakîyên “sîyasî” ku ji demekê ve ye li ser navê DDKDyê dihên kirin, raya giştî agahdar bikin Em vê yekê hem li hember gelê Kurdistanê hem jî li hember navê DDKDyê ku di eynî demê de navê ciwanîya me bû, wekî berpirsîyarîyeke xwe dibînin.
Di vê çarîoveyê de;

1.    DDKD, navê komeleyekê ye ku ew weke rexistina xortan (ciwanan) ya tevgereke sîyasî hatibû avakirin û vê   komeleyê têkoşîneke birûmet bi rê ve bir. Îroj, piştî pêkhatina gelek bûyerên sîyasî, êdî maf û desthilata tu kesî tune ye bi navê DDKDyê ku ew rêxistina xortan û tevgera sîyasî tîne bîra mirov, tevbigere. Mafê tu kesî tune ye ku xwe bispêre navê DDKDyê û xwe mîna berdewama ked û tradîsyoneke sîyasî ya 45 salan bide xuyakirin û binavkirin. Loma jî, di rewşa heyî de ew xebatên ku bi navê  Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) a ku di bin serokatîya Îmam Taşçier de tê birêvebirin, li gora temsîlîya wê ya di raya giştî de tê zanîn, ne ji alîyê fikrî, ne jî rêxistinî ve elaqeya wê bi tradîsyona dîrokî ve tune ye. Em li wan kesên ku vê îstîsmarê dikin û her weha yên ku vê îstîsmarê qebûl dikin û mixatab digrin, daxwaz dikin ku dev ji van helwestên xwe yên şaş berdin.

2.    Kesên ku bi navê DDKDyê derdikevin pêşberî raya giştî, bêyî ku nav û temsîlîyeta tradîsyona DDKDyê bi kar bînin, xwedîyê maf in ku bi her navekî din yan jî rêxistineke sîyasî ya din ve tercîha xwe ya sîyasî bikin û bixebitin û eger em ne li gel tercîha wan bin jî em dê rêzdarîya xwe ji bo tercîha wan nîşan bidin.
3.    Hin beyan, deklerasyon, tifaq û dîtinên ku di demen cuda de bi navê DDKDyê ji raya gîştî re hatine dîyarkirin bi nirxên ku bi navê DDKDyê ve tên nasîn ve nelihevhatî ne û ji alîyê me yên xwedîyên îmzeyan ve bi temamî tên redkirin.

4.    Îstîsmarkirina navê DDKDyê bî vî rengî ne tu feydeyekê dide xwedîyê vê îstîsmarê, ne jî yên ku vê îstîsmarê naxwazin bibînin û komeleyekê mîna mixatabeke sîyasî qebûl dikin. Ji bo welatperwerîyeke Kurdistanî û têkoşîna gele Kurdistanê ya ji bo mafê qedera xwe tayînkirinê jî tu feyda wê tune ye.

5.    Em bang li hemû hevalên xwe yên ku endamên DDKDyê ne, dikin, da ku ji bo ku keda wan a di nava tradîsyona DDKDyê de ji alîyê hin kesan ve bi awayê “siyaset”kirina bi navê DDKDyê ji bo berjewendîyên şexsî neyê bikaranîn, li hemberî vê helwesta xelet bila bêdeng nemînin. Em bi hev re xweşî û nexweşîyan jîyan. Loma jî, ji bo ku cîhê vî navê birûmet a dîroka me de ciyê xwe girtîye, neyê lewitandin û îstîsmarkirin, em tev bi hev re xwedîyê helwesteke hevbeş bin. Têkoşîna azadîya Kurdistanê li gora rastîyên îroj ji bo berjewendîyên gelê xwe bidomînin. Em mil bidin, bêyî ku navê DDKDyê ji bo “sîyasetê” bê bikaranîn, hebûna xwe mîna dezgeheke demokratîk ya kulturî bidomîne.

Bi rêzdarî ji raya giştî ya Kurdistanê re…

3ê nîsan a 2015an

Balkêşî: Nikarîbûne ku peywendî bi hemû damezrêner û rêvebiran ve bê danîn. Navên li jêr ew nav in ku peywendî hatîye danîn û bi bersîva xwe beyanê erê kirine.

1.    Paşa Uzun, Serokê giştî yê damezrêner
2.    Şakir Tutal, Damezrêner, serokê giştî
3.    Vildan Saim Tanrıkulu, Damezrêner, sekretere giştî
4.    Adil Alış, Damezrêner, berpirsê giştî yê aborî
5.    Şefik Öncü, Damezrêner, endamê komîyeya karger
6.    Orhan Kaya, Damezrêner, endamê komîteya giştî
7.    Aziz Alış, Damezrêner
8.    Mustafa Kanbal, Damezrêner
9.    Mustafa Kalpak, Endamê komîyeya karger
10.    Adnan Özbingöl, Endamê komîteya giştî
11.    Ali Fikri Işik, Endamê komîteya giştî
12.    Nurullah Timur, Endamê komîteya giştî
13.    Orhan Kokum, Endamê komîteya giştî
14.    Kutbettin Alış, Serokê şaxa Dîyarbekir
15.    Mahmut Pakdemir Lewendi, Berpirsê malî yê şaxa Dîyarbekir
16.    Rahime Kesici Karakaş, Damezrênera şaxa Dîyarbekir
17.    Celadettin Yiğit, Endamê komîyeya karger yê şaxa Baxlarê (Rezan)
18.    Mehmet Ece, Serokê şaxa Wanê
19.    Sıddık Boğa, Serokê şaxa Wanê
20.    Abidin Alkoyun, Serokê şaxa İstanbulê
21.    Rıfat Barış, Serokê şaxa Sêrtê
22.    Ömer Aksu, Endamê komîyeya karger yê şaxa Sêrtê
23.    Hayrettin Atabay, Endamê komîyeya karger yê şaxa Eruhê
24.    Sıddık Danış, Endamê komîyeya karger yê şaxa Eruhê
25.    Fahri Saraç, Endamê komîyeya karger yê şaxa Eruhê
26.    Ramazan Gülerce, Serokê şaxa Derikê
27.    Vahap Bulut, Serokê şaxa Qoserê (Kızıltepeyê) 
28.    Selim Acar, Sekretere şaxa Qoserê (Kızıltepeyê) 
29.    Suleyman Damar, Sekretere şaxa Qoserê (Kızıltepeyê) 
30.    Rocivan Yeşil, Serokê şaxa Farqînê
31.    Nimet Aydın, Sekreterê şaxa Farqînê
32.    Siracettin Kırıcı, Sekreterê şaxa Wêranşarê
33.    Mustafa Kılıç, Sekreterê malî yê şaxa Wêranşarê
34.    Metin Kumaraslan Endamê komîyeya karger yê şaxa Wêranşarê
35.    Mehmet Emin Baltaş, Serokê şaxa Kozlixê
36.    Musa Dicle, Serokê şaxa Çınarê
37.    Nihat Saganda, Sekreterê malî yê şaxa Sêwregê
38.    Enver Yüzen, Serokê şaxa Îzmirê
39.    Kemal Coşkun, Sekretere şaxa Îzmîrê
40.    Şeref Yalçın, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Îzmîrê
41.    Ramazan Teselli, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Îzmîrê
42.    Musatafa Kalabar, Nûnerîya Xortên Demokrat yê Şoreşger (DDG) yê Erxenîyê

103

120

Back to top button