Civak
Serokwezîr beşdarî di merasima sersaxiyê ya Mar Dinxa de kir
Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê bi heyetekê re, li dêra Mar Yuxena li taxê Enkawe beşdarî di merasima sersaxiyê ya xwedêjêrazî qedaset Patiryak Mar Dinxa yê çwarem, serokê kenîseya Rojhilatî ya Şûriyên cîhanê kir.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê sersaxî li desteya kenîseya Aşûrî ya Rojhilatî û bawermendên wê kenîseyê kir û rola Patiryak Mar Dinxa yê çwarem, bi taybetî rola wî di bêhêzkirina canê biratî û pêkvejiyanê di navbera netewe û olên cuda de li herêma Kurdistan û Îraqê, bilind nirxand.