Polîtîk

Barzanî: Mesihiyên Kurdistanê bila warê xwe bi cîh nehêlin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala Aşûrî Babilî û cejnên Ekîto, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Aşûrî û Kildanî û Suryaniyên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Îsal li demek da beşdariya vê cejna we ya xweşdivî dikin ku gelê me bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan ve rû bi rûyê şerekî dasepandî ya terorîstên dirinde û hilgirên hizra înkarî û şovenîzm bûye û bi vê sedemê de jî hejmarekî zêdeyê xuşk û birayên Krîstiyanên parêzgeha Musil li gel pêkhatên dinê wê parêzgehê neçar bûne mal û mulkê xwe bi cîh bihêlin û xwe bispêrin Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî wekî herdem rewşeke aram û malê hemû lêqewimiyane û ew bihayên bilindê gelê me li hemû navendên navdewletiyan da bûye cihê rêz û stayiş û pêzanînê.

Ji vir ve carekî din daxwaz ji we yên xweşdivî dikim bîr li bi cîh hiştina welat nekin û we dilniya dikim ku Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê wekî ku çawa niha terorîstan têk dişkînin û zêdetirê navçeyên dagîrkiriyan li dijminên mirovayetiyê paqij kiriye û bergiriyê li hemû pêkhatên navçeyên azadkiriyan kiriye, li paşarojê jî her wiha Kurdistan ser û malê we û hemû hevniştimaniyan diparêzê û terorîst jî tu paşarojeke wan tûneye û hemû ewên neçarbûne navçeyên xwe bi cîh bihêlin, bi serbilindî vedigerin ser mal û mulkên xwe.

Hêvîdarim hûn yên ezîz hemû salek li bin sayeya aramî û bexteweriyê da cejn û şadiyên xwe bi xweşî bigêrin.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31/03/2015

Back to top button