Polîtîk

Peyvên Kurdistan kurd û pêşmerge di peyamê de nebûn

Li Diyarbekirê di pîrozbahiya Newrozê da peyama Abdullah Ocalanê ku cezayê hetahetayê xwariye û li girtîgeha Îmraliyê mehkûm e bi kurdî û tirkî hat xwendin.  

Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Baglara navçeya Diyarbekirê li Parka Newrozê hat kirin da hevseroka Koma HDPê Pervîn Buldanê peyama Ocalan bi kurdî xwend, peyra parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyam bi tirkî xwend.  Di peyamê de peyva pêşmerg, kurd û Kurdistan nehatiye gotin.

 

Ocelan do peyama xwe de gotiye ku tekoşîna ji bo demokrasî, azadî, biratî û aştiyeke birûmet a hatiye meşandin ; îro ketiye qonaxeke dîrokî û daxwazê ji PKKê dike ku kongereyeke awete saz bike û şerê 40 salî rawestîne û qonaxeke nû dest pê bike:

– Têkoşîna tevgera me ya çil salî ku bi êşan dagirtî ye, badilhewa derbas nebû, lê gihêştiye merheleyeke wisa ku bi vî awayî jî nayê meşandin. Dîrok û gelên me, çareseriyeke demokratîk û aştiyeke li gorî rihê serdemê, ji me dixwazin. Li ser vê bingehê, deklerasyona ku ji 10 madeyan pêk tê ya ku li Qesra Dolmabahçeyê ji aliyê me hemûyan va bi awayekî fermî hat îlankirin, me bi pêvajoyeke nû ya li ser bingeha vê deklerasyonê mecbûr dike. Li gor deklerasyonê, ji ber lihevkirina li ser rêgezan, ez ji bo PKKê ya ku ev 40 sal in şerê çekdariyê li dijî Tirkiyeyê dike, ji bo rawestandina şer û li gor şert û mercên heyamê, ji bo destnîşankirina stratejî û taktîkên siyasî û civakî çêkirina kongereyê pêwîst dibînim p bi vê kongreya me, êdî heyameke nû dest pê dike.

Ocelan li dijî avakirina dewletan derdikeve û dibêje netewedewlet wêrankarî û şer û anîne diyayê:

– Bi gelemperî rastiya kapîtalîzma emperyalîst ya 200 salên dawîn, bi taybetî jî ya 100 salên dawîn ev e: ‘Li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û dînî, bi awayekî li dijî cewherê xwe, ber bi hundirê xwe va ditewîne û ji hev ra dike dijmin’, yanê li gorî polîtîkaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayekî bêmerhemet heta roja îro domandine

– Roj ew roj e ku em dawî li vê dîroka bêmerhemet û wêranker bînin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn e bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min ew e ku divê netewedewletên ku neteweperestiya wêranker, tuneker, şerker anîne dinyayê bi siyaseteke demokratîk bên derbaskirin û bi nasnameyên demokratîk ên ku vekirî ne mercbûr bikin da ku derbasî hevpariyekê bibin.

Serokê zîndanîkiriyê PKKê Ocelan di peyama xwe de behsa berxwedana Kobanê dike lê bi ry awayî behsa berxwedana pêşmergeyê Kurdistanê li Bşûr û rojavayê Kurdistanê li dijê rêxistin sterorîêstiya DAÎŞê nake

– Ez silavê li berxwedan û serkeftina Kobanêyê dikim ku him ji bo herêma me û him jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke wê ya mezin heye. 

çavkanî:AA

Back to top button