PAKê bersiva dadgeha bilind da
PAKê bersîva Serdozgerê Dadgeha Bilindda û nav ûdestûr û bernameya xwe neguhert
Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) rêzdar Mustafa Özçelik û bireveberên PAKê, bersîva hiqûqnasên PAKê ya di derbarê ‘’Îxtarname’’ya Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Tirkiyê amade kiribûn nirxandin.Û piştî ku şiklê nîhaî dane vê bersîvê, îro(13.03.2015) birêveberên PAKê li gel vê bersîvê, nav, bername û destûra PAKê jî bêyî ku tu guhertinan tê de çêbikin, careke din wek xwe teslîmî Serdozgerê Dadgeha Bilind kirin.
PAK bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyê dike ku, hebûna milletê Kurd, Kurdistanê û zimanê Kurdî qebûl bike û di qanûnesasîyê û di qanûnan de bicîh bike.
PAK dibêje li şûna ku Dewlet Kurdbûnê dê bi ‘’nîjadperestîyê’’ sûcdar bike, bila temema qanûnan û qanûnesasîyê biguhere û rêya azadîya ramanî û birêxistinbûyînê veke.
PAK dibêje, êdî dest ji van fikrên paşdemayî berdin û jibo ku bi awayekî demokratîk rêya çareserîya pirsa Kurdistanê vebe, gava bavêjin.
PAK dipirse, gelo kî ye ‘’nîjadperest’’? Ewên ku dibêjin Kurd û Kurdî rastiyeke xwezayî, etnîkî û dîrokî ye ‘’nîjadperest’’; an ewên ku xwestine Kurdan û temama etnîsîteyan, temama gelan di nava ‘’Tirkayetîyê’’ de asîmîle bikin, bimehilînin, tune bikin?
PAK dibêje, li şûna ku Dewleta Tirkîyê daxwaza guhertina nav û bernameya me dike, bila ew bi xwe li gor wan peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û li gorî maddeya 90î ya Qanûnesasîya xwe tevbigere, Qanûnesasîyê û temama qanûnan biguherîne.
PAK partîyeke meşrû ye. Hêz û biheqbûna xwe ji doza rewa ya miletê Kurd û Kurdistanê distîne.
Herweha PAKê temama pêwîstîyên qanûnî yên jibo partîyeke resmî pêk anîye û nuha partîyeke resmî ye.
PAK bi rê û rêbazên sivîl, demokratîk, siyasî û girseyî û li gorî vê bername û destûra xwe ya heyî, dê têkoşîna azadîya Kurdistanê bimeşîne. 13.03.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)