Polîtîk

Hikûmet li ser kirîza êkonomî civiya

Civata wezîrên herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 18.02.0215ê li bajarê Hewlêrê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê civiya û pirsa kirîza êkonomî nirxand.

Di civînê de serokwezîr behsa serdana şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya vê dawiyê bo Bexdayê û danûstandinên digel serokwezîrê Îraqê û mezine berpirsên din yên Bexdayê kir û diyar kir ku, ew lêhevtênegihiştina li ser lihevhatine Hewlêr û Bexdayê hebû hat çareser kirin û ew yek hat zelal kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê lihevhatinê pabend e û weke di qanûna budeceyê jî de hatiye destnîşan kirin her aliyek bi wê rêkeftinê pabend nebe aliyê din jî pabend nabe:

– Eger Bexda bi wê lihevhatinê pabend nebe herêma Kurdistanî lî pabden nabe. Em hez dikin Îraq bi wê rêkeftinê pabend be da em jî pê pabend bin. Divê hemû saziyên hikûmetê vê yekê bizanin û li ser wî esasî reftarê bikin ku welat di nav kirîzeke êkonomî kûr de ye.
– Mixabin, hindek kes û alî bê ku tu lêkolînan li ser pirsê bikin û rastiya meselê bizanin, terefdariya hikûmeta Îraqê kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê yekê tometbar kir ku qaşo herêma Kurdistanê bi wê rêkeftinê pabend nebûye. Ev yek bi tu awayî rast nîne.

Di civînê de tekîd li ser zelalkirina pilana hikûmetê bo çareserkirina vê rewşê û cîbicîkirina çaksaziyan di hemû waran de hat kirin û wezîrên beşdar di civînê de bername û pirogramên wezaretên xwe ji bona rûbirûbûna kirîz û peydakirina çareseriyan jê re diyar kirin.

Di çarçoveya vê kirîza li herêma Kurdistanê heye, civînê tekîd li ser yekrêzî û yekhelwestiya nevxweyîya herêma Kurdistanê kir, bi taybetî, herêma Kurdistanê di eynî wext de kêrîza êkonomî heye û li dijî terorîstên DAÎŞ di nav şer de ye û pêşwazî li zêdetir ji milyonek û pêncsed hezar koçber û penaberan kiriye û buhayê neftê jî gelek daketiye, van hemûyan bihev re barê hikûmetê gelek giran kiriye û herêma Kurdistanê di rewşke dijwar de ye.

Qubad Talebanî di civînê de tekîd li ser wê yekê kir ku, giringe hemû saziyên wezaretan rewşa dijwar û kûriya kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û li dor rewşa heye tevbigerin û ji bona vêna jî divê wezaret staf û saziyên jêr li rastî û hesaseta rewşa êkonomî haydar bikin.

Nêçîrvan Barzanî ew yek zelal kir ku, hikûmet li hember rewşa heye û ji bo dîtina çareseriyan berpirsiyariya xwe digire û giringe hemû hevbeşên hikûmetê bi hev re ji bona dîtina çareseriyên minasib ji bo rûbirûbûna rewş heye bi hev re kar bikin:

– Herêma Kurdistanê dê ji vê kirîzê derkeve û hemû pirsgirêk jî çarser dibin, ji bona vê jî divê di hemû waran de çaksazî bên kirin.

Back to top button