Fransa dê zêdetir alîkariya Kurdistanê bike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mark Barîtî sefîrê nû yê Fransayê bo Îraqê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de sefîrê nû yê Fransayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê kir û got ku, têkeliyên Kurdistan û Fransayê têkeliyên kevinin û li ser bingehê dostaniyê hatîne avakirin.
Sefîrê Fransayê rola herêma Kurdistan di warê pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirina wê hijmara zêdeya penaber û koçîberan kir û li hember vê helwestê sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Wî got ku, Fransa dê li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warê serbazî û mirovî de berdewam be û dê wan alîkariyan zêdetir jî bike. Li gor sefîrê nû yê Fransayê li Îraqê, ji bona hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan dê gelek rêxistinên sivîl û nehikûmî yên fransayî bên herêma Kurdistanê. Sefîrê Fransayê behsa kar, çalakî û xebatên senterê kulturiyê Fransayê li Hewlêrê kir.
Rewşa emnî û serbazî li Îraqê û pirosesa siyasî li welêt, giringiya beşdarîkirina kurd û suneyan di hikûmeta nû ya Îraqê de, pêkanîna hevpeymaniya navdewletî bo cenga dijî terorê û rewşa Kobanî mijarên din yên civînê bûn. Her du alî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyekê bo rewşa Mûsil û rizgarkirina wê ji terorîstan hevfikir bûn daku koçber bikaribin vegerin bo ser mal û milkên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê gelek bi giringî ve li têkeliyên xwe yên bi Fransayê re dinêre û sipasiya hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê bo serdna Franswa Holand serokomarê Fransayê bo Hewlêrê diyar kir ku, ew serdan wek piştgirîyeke siyasîya mezin bû bo herêma Kurdistanê. Barzanî xwesteke herêma Kurdistanê ji bona berfirehkirina têkeliyan, di hemû waran de, bi Fransayê re nîşan kir.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike û tekîd li ser piştgiriya herêma kurdistanê li hikûmeta nû ya Îraq a bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî kir. Serokwezîr têkeliyên herêma Kurdistanê digel Taran û Enqereyê bi giringî wesif kirin.