Polîtîk

PAK Barzanî pîroz dike

Rêzdar Mesûd Barzanî, ENKSê  û TEV-DEMê Jibo Mitabaqata Dihokê Pîroz Dikim

Bi însîyatîfa Serokê Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, li Dihokê di navbera TEV-DEMê û ENKSê de Mitabaqatek hate îmze kirin.Mitabaqata Dihokê li gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û li Hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz be.

Li Rojavayê Kurdistanê sê gavên dîrokî  hatine avêtin.Ya yekem, biryara derbasbûyina Pêşmergeyên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ya jibo Rojavayê Kurdistanê ye.Ya duwem, alîkarî û piştgiriya leşkerî û  lojîstîk a Emerîka û dewletên Kooalîsyona Navneteweyî ye.Ya sêyem jî Mitabaqata Dihokê ye.

Ev her sê gavên dîrokî dê rêya mafê çarenûsiya miletê me li Rojavayê Kurdistanê veke.
Ev hersê gav tê wateya yekitiyeke neteweyî, tê wateya stratejiyeke Kurdistanî û tê wateya destpêka qebûl kirina mafê çarenûsiya miletê Kurd , ji aliyê dewletên dixwazin  herêmê ji nûve dîzayn bikin.

Em bawer dikin ku,  hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyên maqûl ji sebebên pêknehatina Mitabaqata Hewlêrê dê derxin ku,  eynî xeletî û kêmayî di Mitabaqata Dihokê de dubare nebin.

Herweha  em bawer dikin ku, hemû aliyên ku Mitabaqata Dihokê îmze kirine, dê siyaset û stratejiyeke  hevbeş û neteweyî damezrînin.
Mitabaqata Dihokê û piştgiriya navneteweyî êdî dê Rojavayê Kurdistanê ji tesîra plan û siyaseta dewletên herêmê yên rê li ber serkeftina miletê me digirin dûrbixîne.Pirsa azadiya Rojavayê Kurdistanê dibe perçeyekî plansaziya navneteweyî. Yekitiya neteweyî  ya stratejîk û mayinde, ji aliyê kê dibe bila bibe, dê li himber hemû planên qelskirina doza miletê me de bibe sîpereke xurt.

Ez careke din Rêzdar Mesûd Barzanî, ENKSê û TEV-DEMê jibo Mitabaqata Dihokê pîroz dikim.Û hêvî û bawer dikim ku  ev Mitabaqata li Rojavayê Kudistanê dê bibe destpêka yekitî û îdareyeke neteweyî ya hevbeş û  mayinde. 22.10.2014
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Back to top button