Polîtîk

Serdana veşartî û bazariya li gel Muslim

Piştî serokwezîrê Tirkiye Ahmet davutoglu da xuyakirin ku ew rê nadin ku Kobanê bikeve destê DAÎşê de, serokê PYDê Muslim  hate Tirkiye.

Muslim li Enqere li gel berpirsên MITê û henek berpirsên din ku navên wan nehatiye eşkerekirin hevdîtin pêkanîn.

Piştî serdana Muslim li Tirkiye gotubêjek destpêkir. Gelo pêwiste Tirkiye arikariya PYDê bike yan na. Piranî dibêjin ku; em di va du rêxistinên terorist de tercihê nakin. Lê ev yek ne raste û di binve Tirkiye dixwaze arikariya PYDê bike.

Ji xwe PYD û HDPê jî vekirî doza arikariyê li Tirkiye dikin. 

Hatina Salih Muslim ya Tirkiye bi weşartî dide xuyakirin ku hinek bazarî hatine kirin. Lê di rastiyê de ev bazarî çîye nayê zanîn.

PKK bi hezaran insan birine devera sinorê Kobanê bi hêceta ku Tirkiye arikariya DAÎŞê neke. Ji aliyekî ev helwest ji aliyek din ve daxwaziya arikariyê ji Tirkan  bivê nevê nakokiyekî peyda dike.

Niha PKKê pirsa “Pêvajoya aşitiyê“ helwesta Tirkan ya Kobanê ve girêdaye. Dê rojên pêşiya me de ev yek zelalbibe.  

Back to top button