Civak
Pêşmerge hînê çekên modern dibe
Piştî ku dewleta Alman biryara arîkariya hêzên pêşmerge da, dest bi perwerdeya pêşmergeyan jî kir.
Gava yekem hinek serbazên pêşmergeyan birin Almanya û ew di derbara çekên nûjen de perwere kirin.
Piştre destpêkirin hinek çekên girîng rêkirin Kurdistanê. Hinek bisporên Almanî jî ji bo nîşa pêşmergeyan bikin ku ev çek çewe tên karanîn hatin Kurdistanê.
Niha di qada pratîkê de bisporên Alman karanina çekan nîşa pêşmergeyan dikin.
Sebazek almanî da xuyakirin ku pêşmerge şerek gelekdijwar dikin, piranî keleşinkofa kar tînin û şehrizane. Lê ew arîkariya wan dikin ku çewe çekên pêşkevtî bêne karanîn ji ber ku gelek çekên nû elektronikin. Pêşmerge gelek zû hîn dibin.
Her grubek pêşmerge ji 20 kesan pêktên û hînê karanîna çeken Almanî dibin.