Tevger : Divê hemû Kurdistanî li koçberên Kobanê xwedî derkevin
Berpirsê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî li Surucê ji bo arîkariya pênaberên ji Kobanê hatîn li devera Suruc û sinorê Kobanê ye.
Di derbarê rewşa pênaberan de Mêrdînî dibêje: Gruba herî dawî ji Kobanê derketîn grubek ya doktorên kurd e. Li gora agahdariyên didin hêdî şer dikeve nava Kobanê.
Herweha Mêrdînî dibêje: Miletê Surucê gelek fedekare her arikariyê li gel koçberên Kobanê dikin. Lê têrê nake du car hijara xelkên Surucê koçber hatine. Divê hemû Kurdistanê pişgirî û arîkariya Kobaniyan bikin.
Dr. Vîyan Yusuf û grubek pizijkên Kurd eve demeke li Kobanê û herweha di nava koçberên derbasî serxetê bûyîn karê pizijkî dikin.
Di wene de berpirsê Tevgerê Serhat Mêrdînî, Dr. Viyan Yusif û serokê bajarvaniya Surucê yê berê Ethem Şahîn û ji bo rewşa dawî gotubêjê dikin.